Şêniyên Reqayê banga derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kirin

Şêniyên Reqayê bi xwepêşandanekê banga derketina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kirin.

Şêniyên Reqayê banga derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kirin
Şêniyên Reqayê banga derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kirin
Şêniyên Reqayê banga derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kirin
Şêniyên Reqayê banga derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kirin
Şêniyên Reqayê banga derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê kirin
20 ÇILE, 2021   13:34
REQA

Di salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018`an de dest pê kirin û di 18`ê Adara heman salê de Efrîn hate dagirkirin, Meclisa Sivîl a Reqayê xwepêşandanek organîze kir.

Bi sedan şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr di kolanên sereke yên bajêr re geriyan. Xwepêşandêran alên QSD`ê û pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re, em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin, jinên Reqayê ji bo jinên Efrînê li hemberî zordar Erdogan serî hildidin” rakirin.

Xwepêşandan li Qada Îtfaiyê veguherî mîtîngê, li wê derê sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û bal kişand ser berxwedana xelk û şervanên Efrînê li hemberî dagirkeran.

Sîham her wiha diyar kir ku Erdogan û çeteyên xwe bi rêya dagirkirina Efrînê hewl da projeya Rêveberiya Xweser li herêmê têk bibin, lê belê bi saya israra şêniyên Efrînê û hevgirtina pêkhateyên wê nikarîbû wê armancê pêk bîne.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê berpirsa berdewamkirina dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên resen e.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El-Zîb jî bal kişand ser rola ciwanên Efrînê di rizgarkirina bajarê Reqayê de û got: “Wekî ku şêniyên Efrînê ji bo rizgarkirina bajarê me şehîd dan, em soz didin ku em ê jî şehîdan ji bo rizgarkirina xaka wan bidin.”

El-Zîb wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê xwest ku pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî DAIŞ`ê rawestîne, lê belê ew bi ser neket. Em îro di hemû aliyan de berxwedana xwe didomînin.”

Yek ji fermandarên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysal El-Salim jî tekez kir ku berxwedana wan ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dewleta Tirk û çeteyên wê, berdewam e. El-Salim soza rizgarkirina her bihosteke xaka Sûriyê ya dagirkirî, nû kir.

Mîtîng bi sînevîzyonekê ku Meclisa Ciwanan a Reqayê li ser sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê amade kiriye, bi dawî bû.

(cx)

ANHA