Agir bi studyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişloyê ket-HATE NÛKIRIN

Îro piştî nîvro agir bi studyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişloyê ket. Agir ji ber temasa kabloyên kehrebeyê derket.

Agir bi studyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişloyê ket-HATE NÛKIRIN
20 ÇILE, 2021   13:10
QAMIŞLO

Îro di saetên piştî nîvro de agir bi studyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişloyê ket. Di demeke kurt de erebeyên agirkujiyê gihaştin cihê şewatê û agir vemirand.

Li gorî agahiyên ku yek ji rêveberên Stêrk TV dane nûçegihanê me, agir ji ber temasa kabloyên kehrebeyê derketiye û di encamê de zirarên madî çêbûne.

ANHA