Anthony Blinken: Enqere ne wekî hevalbendeke NATO`yê tev digere

Namzetê ku serokê nû yê DYA’yê Jeo Biden ji bo wezîrtiya karên derve hilbijatiye Antony Blinken, dewleta Tirk rexne kir û got ne wekî hevalbendeke NATO’yê dixebite, her wiha îşaret bi ferzkirina cezayên li ser Enqereyê kir ku sîstema S-400 a Rûsyayê kiriye.

Anthony Blinken: Enqere ne wekî hevalbendeke NATO`yê tev digere
20 ÇILE, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Anthony Blinken dewleta Tirk rexne kir û diyar kir ku Enqere ku endama NATO`yê ye, wekî ku ne endama vê hevalbendiyê be, dixebite.

Li gorî  Reutersê wezîrê nû gefa ferzkirina hin cezayên din ên li ser dewleta Tirk xwar, ji ber ku dewleta Tirk sîstema parastina asîmanî ya S-400 a Rûsyayê kiriye.

 (eh)