Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin

900 hezar xwendekarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi ezmûnên werza yekemîn a sala perwerdeyê ya 2020-2021`an kir.

Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
Ezmûnên werza yekemîn dest pê kirin
20 ÇILE, 2021   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ezmûnên werza yekemîn ên qonaxên seretayî, navîn û amadehî li 4 hezar û 92 dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Deste û komîteya perwerdeyê tedbîrên ji bo koronayê girtine.

Ezmûnan îro dest pê kir û dê hetanî 28`ê Çileyê dewam bikin.

Pirsên ezmûnên refa dozdeh ya hemû babetan û ya refa nehan jî pirsên ezmûna babetên zimanê dayîkê û bîrkarî navendî (ji aliyê desteyê ve) hatine amadekirin û dê li hemû dibistanên navîn û amadehî werin belavkirin.

Piştî xwendekar ezmûnan xelas bikin, wê hefteyekê betlaneyê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêma Şehbayê û Efrînê, ezmûnên werza yekemîn di 27`ê Kanûna 2020`an de hatin kirin.

 (sb)

ANHA