Çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê çalak dibe..sedem çi ye?

Çeteyên DAIŞ'ê tevgerên xwe li çolistana Sûriyê zêdetir kirin. Axaftin têne kirin ku hikumeta Şamê ya ku desteka xwe ji Rûsya û Îranê digire nikare li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe bide. Di heman demê guman derbarê sûdwergirtina hin aliyan ji mayîna vê tevgerê de hene. Lê windahî zêdetir dibin.

Çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê çalak dibe..sedem çi ye?
20 ÇILE, 2021   07:23
AZAD SEFO –NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawî de asta êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî hêzên hikumeta Şamê yên li çolistana Sûriyê zêde bûne. Devera behsa mijarê ji rojhilatê parêzgeha Himisê heta rojhilatê parêzgeha Dêrazorê ye.

Di êrişeke herî bi xwîn ya çeteyên DAIŞ'ê de ku di vê Çileyê de pêk anîbûn, 40 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Ev êriş bi rêya danîna kemînekê li pêşiya otobuseke veguhestina hêzên hikumetê li ser rêya Himis-Dêrazorê pêk hatibû.

Piştî çend saetan êrişeke din li dijî nuqteya wê ya dawî ya li Dêrazorê pêk anî, di encamê de 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

4'ê vê Çileyê, çeteyên DAIŞ'ê kemînek din ji otobuseke leşkerî ya hêzên hikumetê li çolistana Himisê danîbûn. Di encamê vê kemînê de 15 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin. DAIŞ'ê êrişaên xwe yên li dijî hêzên hikumetê domandin û di 11'ê Çileyê de 8 leşkerên hikumetê kuştin.

Li gorî bîlançoya dawî ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR); ji 24'ê Adara 2019'an heya 23'yê Kanûn heta 2020’an de hezar û 89 leşkerên hêzên hiklumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin. Di van de bi kêmanî 2 Rûs û 145 endamên girêdayî Îranê hene. Ev hemû di êriş, teqîn û kemînên DAIŞ'ê li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Himis û Siweyda hatin kuştin.

'ÇETE ÇEKA ALTERNATÎF A LI HEMBERÎ DIJMINÊN XWE YE'

Li ser vê mijarê lêkolînerê ji Misirê yê pisporê Kar û Barên Tevgerên Îslamî û Rxêstinên Tundraw û Terora Navneteweyî Munîr Edîb got: "Hin dewlet çeteyan wekî çeka alternatîf li hemberî dijminên xwe bi kar tînin, her wiha da ku aloziyê derxînin. Hin ji wan bi çekekî din re bi kar tînin. Ev çek navê (Çeka rêxistin û komên olî yên tundraw) lê tê kirin û jê komeke ava dikin, da welatan hilweşînin û êrişan li dijî wan pêk bînin û tundî û aloziyan derxînin."

Edîb destnîşan kir ku dewleta Tirk yek ji van dewletan e ku vî rêbazê bi kar tîne û bi rêya wê gefan li ewlehî û aramiya welatî û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çolistana Sûriyê dixwe.

Lêkolînerê misirî bi domdarî got: "Dewleta Tirk hîna wan çeteyan wekî çeka xwe li hemberî dijminên xwe yên li herêmê yanî Kurd bi kar tîne. Divê xebateke navneteweyî li dijî vê yekê hebe, nexazim ji ber ku bi kirê û li beramberî pereyan kar dikin û ji urf û adetan derketin."

Munîr Edîb diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo pereyan şer dikin, di encamê de hemû qanûnên navneteweyî bin pê dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê civaka navneteweyî bi hemû hêza xwe li hemberî wê bisekine. Ji ber  ku wan çeteyan derfet dan geleke dewletan da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Teqez li ser ewlehiya cîhanê xeter in. Ji bilî vê yekê nêzîkatiyên wan ên li hemberî dijminên wê, heger di şer de an jî di demên aştiyê de bin ne exlaqî ne."

ANHA