Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi sozdayîna têkoşînê bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo piştevaniya çalakgerên grev birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk û bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, çalakiyeke konvedanê li dar xist. Îro çalakiya konvedanê ya ku bûye 8 roj in li dar ketiye, bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi sozdayîna têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi sozdayîna têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi sozdayîna têkoşînê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi sozdayîna têkoşînê bi dawî bû
19 ÇILE, 2021   16:43
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya bi armanca piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya çalakgerên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, îro bi dawî bû.

Konê çalakiyê ya ku bi dirûşma"Dem dema azadiyê ye û em ê teqez bi ser bikevin" di 12`yê Çileyê de li pêşiya baxçeyê Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a li Qamişlo hate vegirtin û 8 rojan dewam kir. Bernameya çalakiya konvedanê bi serdana şandeyên ji hemû navçeyên kantona Qamişloyê berdewam dikir û îro jî bi beşdariya endamên komînan û meclisên navçeya Dêrikê bi dawî bû.

Di bin kon de bi dehan jin wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin, berxwedana girtîgehan silav kir û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Di çalakiyê de endamê rêveber ê Komîteya Rêveber a PYD`ê Hisên Remezan axivî û got ku ew ê heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û tê bikoşin û wiha gotina xwe dewam kir: "Ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bişikînin, pêwîst e têkoşînê bilind bikin."

Hisên Remezan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê têkoşîna jina azad Leyla Guven ku di girtîgehên dewleta Tirk zêdetirî 200 rojî di greva birçîbûnê de ma ji xwe re bikin mînak.

Beşdaran berê xwe da avahiya Komseriya NY`yê û li wir Endamê Rêveberiya Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em ê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û  bimeşin. Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê çalakiyên wiha berdewam bikin û piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin, her wiha em dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan red dikin û banga azadiya wî dikin û em ê heta rizgarkirina rêbertî li qadan bin."

Di dawiyê de diruşmên"Azadî ji rêber Abdullah Ocalan û bê serok jiyan nabe." hatin berzkirin.

(eh)

ANHA