​​​​​​​Ji rêxistin, kom û navendên lêkolînê bangawzî ji serokê WHO’yê

Komên ji rêxistinê, navendên lêkolînê û komîteyên hiqûqnas ên li Sûriyê bangawaziyek ji serokê WHO’yê Tedros Adhanom re ku alîkariya lezgîn ji sûriyan re pêkêş bike, bi taybet digel berbelavbûna vîrusa Koronayê.

​​​​​​​Ji rêxistin, kom û navendên lêkolînê bangawzî ji serokê WHO’yê
19 ÇILE, 2021   17:19
QAMIŞLO

16 rêxistin, navendên lêkolînê û komîteyên hiqûqnas li ser bangawaziya ku tê de 4 xwestek hene, îmze kir.

Di bangawaziya ku li Dêrikê ya kantona Qamişlo hatiye dayîn de wiha hate gotin:

"Destpêkê, em wek rêxistinên sivîl ên li Sûriyê, spasiya Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) têkildarî kedên wê yên li dijî nexweşî û tevahî berpirsiyariyên wê yên li cîhanê, dikin.

Di vî warî de, em ji we dixwazin ku alîkariyên bilez pêşkêş bikin, da ku pêşî li pandemiya vîrusa Koronayê ya ku li tevahî Sûriyê belav bûye, bigirin. Her wiha tê zanîn ku şer azarên gelê Sûriyê zêde kirin, bi taybet piştî zirarên li navendan û tunebûna kadroyên tenduristiyê, zêdebûna rewşên xizantiyê di civakê de, dagirkirina gelek herêmên Sûriyê ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê ve, mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir û koçberkirina şêniyan li kampan mîna kampên Şehbayê û hwd.

Rêxistina tenduristî li herêmên di bin serweriya milîsên terorîst de tune ye, bi wê re hejmara kesên bi vîrusa Koronayê dikevin û dimirin, zêde dibe.

Li gorî mîsaqa WHO’yê, divê alîkariya gelan li hember nexweşiyan were kirin, kedeke mezin ji şêniyan re mîna derman, alavên tenduristî were pêşkêşkirin.

Ji lew re bangawaziya me ji WHO’yê re wiha ye:

1-Dermanê COVID-19’an bê pere were dabînkirin û ji Sûriyê re bi lez were şandin, nexasim jî li herêmên kesên zêde pê dikevin û dimirin.

2-Divên alavên tenduristî, amûrên baldariyê, testkirinê bi lez werin şandin.

3-Divê tîm û kadroyên pispor ên tenduristî werin şandin, da ku navêndên dermankirinê werin vekirin û birêvebirin.

4-Divê bernameya zanîna tenduristî û parastinê, bi taybet li kampan were belavkirin.

Em bi hêvî ne ku di 7’ê Nîsanê de ku salvegera damezrandina WHO’yê ye, bibe roja girîngiyeke zêde ji bo şêniyan li hember nexweşiyên giran, pandemî û dabînkirina dermanan."

Rêxistinên ku bangawazî îmze kiriye:

1-Rêxistina Civaka Sivîl a Kurdî li Ewropa

2-Koma vejîn

3-Tevgera Alternatîf a Kurdî-Efrîn

 

4-Desteya Qanûnî ya Kurdî

5-Hêzên Civaka Sivîl ên Kurdistanî

6-Navenda Lêkolîn a Lêkolînên Qanûnî

7-Koma Şehrazad

8-Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF)

9-Komeleya Kurdî ya Parastina Mafên Mirovan li Nemsa(Austria)

10-Rêxistina Mafên Mirovan a li Sûriyê (MAF)

11-Dikeya Gel a Yekitiya Refa Kurdî li Rojava û Derve

12-Yekitiya Êzidî li Sûriyê

13-Yekitiya Jinên Kurd li Sûriyê RODOZO

14-Koma Xebatên Jinên Kurd li Denmarkê

15-Komeleya Kurdî li Sonderburg – Denmark

16-Afrin Media Center

(fr)

ANHA