​​​​​​​Koçberên Efrînê helwestên Rûsyayê yên der barê dagirkirina Efrîn de, şermezar kirin

Şandeyek ji koçberên Efrînê yên ku li pêşiya navenda lihevanîna Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê xwepêşandan li dar xistibûn, baxek gulên reş da serokê navendê Cinral Elksender re, ev yek jî nîşaneya şermezarkirina şêniyan a helwestên Rûsyayê ku şewqa kes da dewleta Tirk, da ku Efrînê dagir bike.

​​​​​​​Koçberên Efrînê helwestên Rûsyayê yên der barê dagirkirina Efrîn de, şermezar kirin
​​​​​​​Koçberên Efrînê helwestên Rûsyayê yên der barê dagirkirina Efrîn de, şermezar kirin
​​​​​​​Koçberên Efrînê helwestên Rûsyayê yên der barê dagirkirina Efrîn de, şermezar kirin
​​​​​​​Koçberên Efrînê helwestên Rûsyayê yên der barê dagirkirina Efrîn de, şermezar kirin
19 ÇILE, 2021   15:16
 ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûn, ji bo şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a xaka Efrînê ji sê salan ve, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêr li pêşiya navenda lihevanîna Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê ya li Şehbayê kom bûn û diruşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî, hildan.

Xwepêşandêran 3 endam hilbijartin da ku şandeyekî çêbikim û bikevin navenda li hevanîna Rûsyayê; ew jî Endama meclisa kantona Efrîn Fatime Lekto, berdevkê fermî ya Rêxistinên Mafên Mirovan a Efrîn_Sûriyê Ibrahîm Şêxo û endamê meclisa eşîrên herêma Efrînê Hecî Mistefa in.

Şande bi serokê navenda lihevanîna Rûsyayê Ciniral Elksender re civiya û baxa gulên reş da serokê navendê, ew jî bi armanca şermezarkirina rola Rûsyayê û şewqa kesk ji dewleta Tirk re, ji bo dagirkirina Efrînê ye.

Şandeyê, dosyaya ku hemû sûc û binpêkirinên ji revandin, kuştin, guhartinên demografîk û hwd ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê herêmên Efrînê pêk tîne, radestî serokê navendê kir

Piştî serdana şandeyê, cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Efrînê Israfîl Mistafa daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk bi rêya piştevaniya çete û rêxistinên terorî, dagirkirina herêmên fireh ji Sûriyê roleke girîng lîst. Ev yek jî piştî lihevkirinên bi aliyên herêmî re pêk hat. Bi taybet Rûsya ku şewqa kesk da dewleta Tirk û bi wê re Efrîn di 20’ê Çileya 2018’an de dagir kir.

Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê re, derbekirina Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Ji ber Efrîn ji bo hemû koçberên ku ji ber şerê li Sûriyê direvîn bûbû cihekî ewle. Di heman demê de armanca Rûsya ji dagirkirina Efrînê, pêkanîna berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re li ser hesabê gelê Efrînê bû."

Dewleta Tirk her tim hewl diede metirsiyên gelê xwe ji Kurdan mezin bike, serçeteyên komên çete li dijî şerkirina kurdan provokator kir, ku kurdan nehiştine ew bigihînin desthilatê û kurd li ser ewlehiya nîtimanî xetere ne.. Îro çeteyan bi perspektîf û fermanên dewleta Tirk hîn jî sûcên kuştin, koçberkirin, destdirêjîkirin, dorpêçkirin, guhertina demografîk, wêrankirina şûnwarên dîrokî û ekolojîk li dijî mirovahiyê didomînin."

Ev hemû sûc bi lihevkirinên herêmî û navneteweyî pêk tên, bi taybet dewletên hegamon û nahêlin tu pêngaveke ji bo parastina Efrînê û şêniyên wê pêk were. Lê heke ne wisa ye, bêdengiya rêxistinên navneteweyî û helwestên Konseya Ewlehiya Navneteweyî li ku ye. 

Em helwestên Rûsiya ku endameke mayînde yê Meclisa Ewlehiya Navneteweyî rexne dikin, ji ber divêyabû parastina ewlehî û aramaiya Sûriyê bikira û li gorî biryara 2254 tev bigiriya. Lê wan biryaran bin pê dike.

Rûsya terorîst ji herêmên hikumeta Şamê bi dûr xist û li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine kom kirin. Ev herêm jî bûne navenda geşbûna terorê. Bi wê re piştgiriya dewleta Tirk ji terorê re, dê li tevahî cîhanê belav bibe, tê de jî Rûsya. "

dm-dx))

ANHA