Çapemeniya PDK: Barzanî û Akar têkiliyên dostanî û sepandina aramiyê nîqaş kirin

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar îro bi Mesûd Barzanî û serokê hikumeta herêma Başûrê Kurdistaê Mesûr Barzanî re li Hewlêrê civiya. Dezgehên çapemeniyê yên PDK`ê ragihand ku her du aliyan, têkiliyên dostaniyê, sepandina aramiyê û têkiliyên cîrantiyê niqaş kirine. Gelo behsa kîjan cîrantiyê û aramiyê dikin?

Çapemeniya PDK: Barzanî û Akar têkiliyên dostanî û sepandina aramiyê nîqaş kirin
19 ÇILE, 2021   14:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar duh bi şev gihaşt Hewlêrê û îro bi gelek rayedarên hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê re civiya.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Hulusî Akar geşedanên dawîn ên li Iraqê û herêmê, tevî rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî yên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de nîqaş kirin.

Dezgehên çapemeniyê destnîşan kir ku di hevdîtinê de pêwîstiya koordînayê li gel têkiliyên dostaniyê yên di navbera her du aliyan de nexasim hevkariya hevbeş a ji bo sepandina aştiyê û ewlehiyê li herêmê, hatiye piştrastkirin.

Li gorî heman dezgehan her du aliyan da zanîn ku divê lihevkirina Sincarê (Şengal) pêk bê.

Dezgehên çapemeniyê behsê kir ku Barzanî bi Akar re têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de bi bîr xistine û rêgezên dostaniyê û cîrantiyê di navbera her du Aliyan de piştrast kirine.

Dewleta Tirk bi bihaneya avakirina baregehên leşkerî li herêmê, gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kirine.

Di dema ku dezgehên çapemeniyê yên PDK`ê behsa têkiliyên dostaniyê û sepandina ewlehiyê dikin de, dewleta Tirk dem bi demê êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike.

 (şx)