Dewleta Tirk sewqiyatên din ber bi Idlibê ve şandin

Dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên din şandin nuqteyên xwe yên li herêmên “Bê çek”.

Dewleta Tirk sewqiyatên din ber bi Idlibê ve şandin
19 ÇILE, 2021   13:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî din ê hêzên dagirkeriya Tirk piştî nîvê şeva duh duşemê derbasî axa Sûriyê bû. Karwanê ji 30 erebeyên ku amûrên leşkerî û lojistîk bar dikirin, bi rêya deriyê sînor Kefer Losîn ê bi Lîwa Skenderon re li bakurê Idlibê derbasî Sûriyê bû û ber aliyê çiyayê El-Zawiyê ve li başûrê Idlibê ve çû.

Li gorî SOHR`ê hejmara wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk ên ku ji destpêka agirbesta Adara 2020`an ve derbarsî Sûriyê bûne gihaşt derdora 8 hezar û 105`an û derdora 10 leşker jî ketin nava axa Sûriyê.

(şx)