YNK’ê: Divê hikumetên Başûr û Bexdayê peywirên xwe bi cih bînin

YNK’ê di parlamentoya Iraqê de, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku petrola ku li ser li hev kirine, radestî hikumeta federe bike, da ku pirsgirêka dayîna mûçeyên karmendan çareser bike, her wiha bang li hikumeta federe kir ku peywirên xwe bi cih bîne.

YNK’ê: Divê hikumetên Başûr û Bexdayê peywirên xwe bi cih bînin
18 ÇILE, 2021   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

YNK’ê bi rêya daxuyaniyê eşkere kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê, li gorî lihevkirinên di navbera wê û hikumeta federe de nirxa petrola ku li ser hev kirine, radestî hikumeta federe bike. Da ku karmendên li Başûrê Kurdistanê mûçeyên xwe wergirin.

Li aliyekî din jî YNK’ê bang li hikumeta feder kir ku peywirên xwe pêk bîne û mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê bide, ew jî dibe zemîneke guncaw ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên bigirêk ên di navbera her du aliyan de.