Meclisa Rêveber roja yekemîn a civîna xwe ya salane ya 2’yemîn bi dawî kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja yekemîn a civîna xwe ya salane ya 2’yemîn bi nîqaşên li ser astengiyên li hember rêveberiyê û xwendina hin pêşniyarên îsal, bi dawî kir.

Meclisa Rêveber roja yekemîn a civîna xwe ya salane ya 2’yemîn bi dawî kir
18 ÇILE, 2021   18:18
REQA

Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya salane ya 2’yemîn li avahiyê rêveberiyê ya li Reqayê li dar xist. Di Civînê de hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên deste, nivîsgehên Rêveberiya Xweser û Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) amade bûn.

Civîn vê sibehê dest pê kir, di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş û Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li ser rewşa siyasî nirxandin.

El-Mihbaş û Îlham Ehmed israra hikumeta Şamê ya dûrxistin û çareya leşkerî û nepêkanîna diyalogê bi Rêveberiya Xweser re, tevî gelek hewldanên MSD’ê, rexne kir û destnîşan kir ku çareya yekane ya krîza Sûriyê, çareya siyasî ye, ne leşkerî ye.

Her duyan piştrast kir ku divê çareya siyasî mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê misoger bike, her wiha siyasetên dewletên herêmê yên di krîza Sûriyê de aktîf in û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê dimeşînin, şermezar kirin.

Di civînê de projeyên ku 7 Rêveberên Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di 2020’an de pêk anîne, hatin pêşkêşkirin û li ser astengiyên ku bi wan re derbas bûne hatin nîqaşkirin.

Piştre beşdaran pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û bal kişand ser kêmasiyên xebatên xizmetguzarî yên li hin herêman. Her wiha li ser çareserkirina van pisgirêkan, başkirina xebatên rêveberiyan hatin nîqaşkirin.

Civînê li pêş torên çapemeniyê, ji bo nîqaşên rêxistinî yên taybet bi rêveberiyan, girtî dewam kir. Dê Meclisa Rêveber sibe civîna xwe ya salane bi gelek biryar û planên ji bo 2021’an bi dawî bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DLRoS1JmC3c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>