Parlamenterekî Iraqê: Herêma Kurdistanê di bin gefa êrişên Erdogan de ye

Parlamenterê Iraqê Eyûb Rebî li ser hebûna baregehên dewleta Tirk ên li xaka Iraqê hişyarî da û got “Tirkiye amadekariya êrişeke mezintir a li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.”

Parlamenterekî Iraqê: Herêma Kurdistanê di bin gefa êrişên Erdogan de ye
18 ÇILE, 2021   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqê û endamê Lijneya Asayîşê ya parlamentoya Iraqê Eyûb Rebî di hevpeyvîneke li gel rojnameyeke fransî de, bal kişand ser planên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên sala 2021’an.

Eyûb Rebî got ku di dema rejima Baasê de, dewleta Tirk bi Sedam Hisên re li hev kiribû û wiha pê de çû: “Tirkiyê bi Sedam Hisên re di nava çavçoveyek diyar de, ji bo ku bi PKK’ê re şer bike, li hev kiribû. Lê Tirkiye bi hincetên cuda bi vê yekê ranewesta. Dewleta Tirk baregehên leşkerî li Bakurê Iraqê ava kirin û êrişên asmanî pêk anîn.”

Eyûb di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ketina dewleta Tirk a nav xaka Iraqê, binpêkirina serweriya welat e û wiha domand: “Ji bo rê li destwerdana Tirkiyê were girtin, divê Iraq vê dosyayê bibe Neteweyên Yekbuyî û Komkara Erebî. Iraq dikare karta aborî li dijî Tirkiyê bi kar bîne, ji ber ku salane di navbera Iraq û Tirkiyê de bi buhayê 10 milyar dolar bazirganî tê kirin.”

Parlamenterê Iraqê da zanîn di salên dawî de êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê zêde bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Baregehên leşkerî li ser xaka Herêma Kurdistanê zêde bûne. Tirkiye amadekariya êrişek mezintir ya li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.”

(cx)