​​​​​​​ Îlham Ehmed û El-Mehbaş siyaseta hikumeta Şamê rexne kir

Îlham Ehmed û Ebid Hamid El-Mehbaş tekez kir ku israra hikumeta Şamê di hişmendiya xwe ya paşguhkirinê, dagirkirina Tirkiyê ya daîmî, siyaseta hikumeta Amerîkayê ya ku dema erka wê bi dawî bûye, hişt ku alozî dirêj bibe.

​​​​​​​ Îlham Ehmed û El-Mehbaş siyaseta hikumeta Şamê rexne kir
18 ÇILE, 2021   12:54
REQA

Civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê bi nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û nîqaşkirina xebat û destkeftiyên di sala 2020`an de, didome.

Rapora rêveberiya xweser a siyasî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş ve hate xwendin. Di raporê de wiha hate gotin: "Îro piraniya gelê Sûriyê koçber û penaber e. Sedema wê jî rejîm e ku çareseriya leşkerî û hebûna dagirkeran li ser hindek xakên Sûriyê esas digire."

‘DAGIRKERAN HIN XEBATÊN RÊVEBERIYA XWESER ASTENG KIR‘

Ebid Hamid El-Mehbaş wiha got: "Di sala 2020`an de gelek zehmetî rastî xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin. Ji wan; dagirkeriya dewleta Tirk, binpêkirina lihevkirina agirbestê bi bêdengiya navneteweyî, Rûsya û Amerîkayê."

Ebid Hamid El-Mehbaş wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Siyaseta tirkkirinê, ferzkirina pereyên xwe û guhertina demografiyê. Dewleta Tirk pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan û biryarên navneteweyî paşguh dike."

El-Mehbaş piştrast kir ku rejîma Sûriyê li hemberî Rêveberiya Xweser û şêniyên wê siyasetên cuda wekî koçberkirin, tevgerandina şaneyên veşartî yên gefê li ewlehiyê dixin, pêkanîna bûyerên kuştinê li dijî karmendên Rêveberiya Xweser û şêxên eşîrên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dimeşîne.

El-Mehbaş di dewama axaftina xwe de got: “Rûsya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê, bê deng ma. Ev yek gumanan li ser hebûna lihevkirineke tirkî-rûsî ji bo bicihkirina rejîmê li herêmê, çêdike.”

Têkildarî diyaloga sûrî-sûrî, El-Mehbaş wiha got: “Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî û nêzîkbûna ji hemû aliyên siyasî yên Sûriyê, bi aliyên cuda yên Sûriyê re gelek civîn li dar xistin.”

El-Mehbaş her wiha îşaret bi lidarxistina Diyaloga Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê kir û got: “Beşdarbûneke berfireh ji bo pêşxistina karê Rêveberiya Xweser, çêbû. Di nava plansaziya xebatê de, diyaloga kurdî-kurdî hebû. Di kongreyê de komîteya şopandinê hate avakirin, ku niha li ser pêkanîna encamên kongreyê kar dike.”

El-Mehbaş bi bîr xist ku belavbûna vîrusa Koronayê, girtina tedbîrên xweparastinê, ferzkriina qedexeya derketinê li seranserê herêmê û avakirina navendên karantînayê, ji astengiyên sereke bûn li herêmê.

'LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ TEVGERA DÎPLOMATÎK ÇALAK E'

El-Mehbaş destnîşan kir ku di sala 2020`an de li herêmê tevgera dîplomatîk çalak bû û gelek şandeyên biyanî serdana herêmê kirin, ku ev yek serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna têkiliyan bi civaka navneteweyî re ji bo pejrandina vê rêveberiyê di aliyê siyasî de, nîşand dide.

El-Mehbaş diyar kir ku ew di sala 2021`an de dê berê xwe bidin diyaloga bi opozîsyona nîştimanî re da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî, artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derxin, şêniyan vegerînin warê wan, dagirkeriyê bi dawî bikin û piştigirî bidin berdewamkirina diyaloga kurdî-kurdî û wiha domand: “Em ê hewl bidin parastin û xweparastinê bi pêş bixin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca me avakirina Sûriyeke pirreng û nenavendî ye.”

ÎLHAM EHMED: ALOZIYA SÛRIYÊ PARÇEYEKΠ SÎSTEMA CÎHANÎ YE

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî wiha axivî: “Ji bo çareserkirin û bidawîkirina aloziya Sûriyê, em hîna dibînin ku astengî û zehmetî hene. Ji ber ku aloziya Sûriyê parçeyekî sîstema cîhanî ye."

Îlham Ehmed da zanîn ku berjewendiyên navneteweyî di aloziya Sûriyê de hene û hemû dewletên herêmî hewl didin serweriya xwe ferz bikin. Îlham her wiha diyar kir ku ji ber jihevketina eniya hundirîn a Sûriyê û nexasim rejîma Sûriyê ku hîna siyaseta dûrxistinê li hemberî gelê Sûriyê dimeşîne, sedema dirêjbûna aloziyê ye.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku tevî piştgiriya navneteweyî anku piştgiriya hin dewletên herêmî ji siyasetên hikumeta Şamê re jî, lê belê ew dibînin ku temenê aloziya Sûriyê dirêjtir dibe û rejîm ji diyalogê re ne amade ye û girêdayî siyaseta dûrxistinê û çareseriya leşkerî ye.

Îlham Ehmed wiha lê zêde kir: “Ji ber belavbûna opozîsyonê, siyasetên rejîmê dewam dikin. Me di salên berê de jî dît ku rejîmê tu guhertin di qada siyasî de çênekirine.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed da zanîn ku avakirina komîteya destûrê û desteya dan û standinan, ji faktorên ku dihêlin temenê aloziya Sûriyê dirêj bibe, ji ber sîstema wê ya hundirîn û avakirina wê ku hemû aliyên Sûriyê nagire nava xwe.

Îlham Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta niha siyaseta ku rêveberiya Amerîkayê meşandiye, sedema kûrbûna aloziyê bû, çi bi rêya destwerdana yekser an jî bi rêya rola xwe ya temaşeker tenê. Cîhan li bendê ye ku dê rêveberiya nû ya Amerîkayê çawa be û di doza Sûriyê de dê çi siyasetê bimeşîne.”

Piştre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabet Gewriyê rapora xizmetguzariyê ya li ser hemû xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2020`an de, xwend.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên komîteyên Rêveberiya Xweser û projeyên ku di sala 2020`an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, hate nîşandan.

Civîn hîna bi pêşniyaran dewam dike. Tê payîn ku rexne û nirxandina xebatên 2020`an bên kirin û planeke xebatê ji bo sala 2021`an bê diyarkirin.

(bx-cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EEVrk-mAiq4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>