Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome

Di roja 7`an de çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi beşdarbûna şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û endamên Partiya Yekitiya Suryan didome.

Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome
18 ÇILE, 2021   11:16
QAMIŞLO

Çalakî ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk de di roja xwe ya 7`an de li bajarê Qamişloyê dewam dike. Konê çalakiyê li beramberî Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan hatiye vedan.

Îro bi dehan şênî, endamên meclis û saziyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa, her wiha endamên Partiya Yekitiya Suryan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Endamê Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) şaxê Çilaxa Sirûd Şimer axivî û şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Şimer wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re dibêjin; em ê çalakiyên xwe li dar bixin heta ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rabe."

Her wiha endama PYD’ê şaxê Girkê Legê Yîldiz Cemo jî axivî û da zanîn ku heta dawiyê ew ê piştgiriya berxwedana zindanan bikin.

Endama Partiya Yekitiya Suryan Nûra Hena jî axivî û bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku hemû girtiyên di zindanan de azad bikin. Nûra da zanîn ku dewleta Tirk fikirê biratiya gelan û neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naxwaze û got: "Lê dewleta Tirk nagihêje armanca xwe, ji ber ku gelên herêmê bûne yek beden."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bUj8Uh5W8Hk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>