​​​​​​​Li Sûdanê di şerê qebîleyan de zêdetirî 80 kes mirin

Li herêma Darfor a Sûdanê, qebîle bi hev ketin û di 48 saetên dawîn de zêdetirî 80 kesî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Sûdanê di şerê qebîleyan de zêdetirî 80 kes mirin
18 ÇILE, 2021   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyerên tundiyê li herêma li rojavayê Sûdanê, 2 hefte piştî mîsyoneke aştiyê rû dan. Mîsyona aştiyê ya hevpar a Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Afrîkayê di 31'ê Kanûnê de li herêmê kar kiribû.

Komîteya Bijîşkan a Navendî ya Sûdanê li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma El-Cûneynayê ku navenda rêveberiya eyaleta Darfor a Rojava ye, di bûyerên tundiyê de 83 kesî jiyana xwe ji dest daye, hêzên ewlekariyê jî di nav de, 160 kes jî birîndar bûne.

Şerê li herêmê piştî pevçûna du kesan veguherî şerê navbera qebîleya El-Massalît û koçerên Ereb. Milîsên çekdar ên alîgirê koçeran êriş birin ser El-Cûneynayê û agir berdan gelek malan.

Rêveberiya Xertûmê ji roja şemiyê ve li Darfor a Rojava qedexeya derketina derve bi cih tîne.

Serokwezîr Abdallah Hamdok ragihand ku ji bo rewşê sererast bike, heyetek ‘payebilind’ şandiye herêmê.

Neteweyên Yekbûyî jî 'fikara xwe ya mezin' ragihand. Berdevka sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Stephane Dujarruc bi daxuyaniyekê got: "Sekreterê giştî ji rayedarên Sûdanê xwest ku ji bo aramkirina rewşê bikevin nava hewldanan."

Komîteya Bijîşkan a Navendî ya Sûdanê ku di têkbirina rejîma dîktator Omer El-Beşîr de rola xwe hebû, bang li rayedarên şaxê xwe yê herêmê kir ku 'saziyên tenduristiyê biparêzin'.

Serokê Konseya Serdest Abdul Fettah El-Bûrhan ku bi meşandina pêvajoya siyasî ya derbasbûnê wezîfedar e, têkildarî pirsgirêkê bi servîsên ewlekariyê re roja yekşemê civîneke lezgîn li dar xist.

Komeleya Pîşeyî ya Sûdanê ku yek ji pêkhateyên bingehîn ên tevgera civakî ya têkbirina rejîma El Beşîr e, ragihand ku bûyerên tundiyê derbasî kampên koçberan jî bûye. Komeleyê diyar kir ku beşek ji kampa Kerîndîgê hatiye şewitandin.