Panorama hefteyê: Merheleya Îsraîlê ya herî xurt a armanckirina Îranê li Sûriyê, Qeter nehat guhartin

Di hefteya borî de Îsraîlê derbeyên dijwar li dijî hêzên Îranê li rojhilatê Sûriyê pêk anîn, bi wê re jî berpirsekî îsraîlê da zanîn ku ev merhele ya herî xurt e ku li dijî hêzên Îranê derbe pêk hatin. Di heman demê de di raporan de li ser îhtîmala lidarketina şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de hat eşkerekirin, li aliyekî din jî tevgerên Qeterê îşaret pê nakin ku ew ê helwesta xwe ya têkiliya bi dewleta Tirk û Îranê re biguhere.

Panorama hefteyê: Merheleya Îsraîlê ya herî xurt a armanckirina Îranê li Sûriyê, Qeter nehat guhartin
17 ÇILE, 2021   03:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa derbeyên Îsraîlê yên li dijî hêzên Îranê yên li Sûriyê, nakokiya di navbera her du aliyan de, encamên lihevanîna Kendavê, kir.

 ‘PIŞTÎ ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ, HÊZÊN ÎRANÊ CAREKE DIN LI ROJIHLATÊ SÛRIYÊ BI CIH DIBIN’

Destpêkê têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî êrişên herî dijwar ên Îsraîlê li ser ên ji bo rêgirtina hebûna Îranê li Sûriyê, duh hate eşkerekirin ku mîlîsên girêdayî Pasdarên Îranê careke din li herêmên berfireh ên parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê bi cih bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha got: “Hêzên Îranê û mîlîsên girêdayî wan careke din li hundirê bajarê Dêrazorê û Bokemal û Meyadîn ên li rojhilatê Dêrazorê, bi cih bûn. Her wiha hin nuqteyên xwe yên li derdorê wan herêman vala kirin û ji tirsa êrişên nû yên Îsraîlê li dijî wan, di nava taxên sivîlan de bi cih bûn.”

Hejmara kuştiyan ku SOHR`ê diyar kiriye; 57 endamên hêzên hikumetê, hêzên Îranê û mîlîsên alîgirên wan, ne li gorî hejmara ku medyaya Îranê parve kiriye bû. Ajansa Tesnîm ku agahiyên xwe spartin fermandarekî ‘Lîwa Fatîmiyûn’ ya li Sûriyê, got di êrişên Îsraîlê de tu endamên wan nehatine kuştin.”

 ‘GELO ŞERÊ ÎSRAÎL-SÛRIYE-LUBNANÊ PÊKAN E?

Rojnameya El-Nehar a Lubnanê jî wiha nivîsî: “Welatiyên Lubnanê ji êrişeke Îsraîlê ya berfireh li ser Lubnan û Sûriyê bi armanca derbekirina bi deh hezaran moşekên Hizbullahê yên li herêmên diyar ên Lubnanê, bi fikar in. Her wiha armanca Îsraîlê ji bombebarana rojane li ser depoyên çekan ên Îranê û yên din ên girêdayî Hizullah û kombûnên leşkerî yên Îranê û Hizbullahê, derxistina wan ji xaka başûrê Sûriyê ya li hemberî Îsraîlê ye.”

 ‘QETERÊ ÇAV BERDAYE LIHEVHATINEKE KENDAVÊ KU ÎRANÊ BIGIRE NAVA XWE’

Der barê geşedanên li Kendavê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li gorî hin daxuyaniyên fermî û agahiyên ji çavkaniyên nêzî desthilatê, Dewha ne tenê dê helwesta xwe ya der barê Îranê de neguherîne, piştî lihevhatina bi çar dewletan re, lê belê dê hewl bide ku sûdên vê lihevhatinê bigihêjin hevalbendê wê yê herêmî Tehranê.

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman, di hevpeyvîneke li gel rojnameya Financial Times de got:"Lihevhatina Kendavê dê bandorê li têkiliyên Dewha û Tehran û Enqereyê neke" her wiha diyar kir ku têkiliyên her du welatan li ser rêgezên serweriyê û berjewendiyên nîştimanî ne.”

 

‘EL-HERÎRÎ LI TIRKIYÊ YE; KAR E LÊ SIYASET E?’

Der barê serdana Seed El-Herîrî ya li Tirkiyê de rojnameya El-Exbar a Lubnanê nivîsî: "Serok Seed El-Herîrî çawa dikare Fransa, Îmarat û Tirkiyê bîne gel hev? Ji ber ku têkiliyên her sê welatan pir aloz in. Lê bersiva vê pirsê dê hêsan be, eger em zanibin ku sedema serdana Stenbolê "kesane” ye.”

Rojameyê her wiha nivîsî:"Serokê erkdar Seed El-Herîrî ji nişka ve çû Tirkiyê, hate diyarkirin ku serdaneke siyasî ye, ji ber ku beriya wê jî ew çûbû Fransa û Îmaratê."

Çavdêran diyar kir ku El-Herîrî Îmarat û Fransaî der barê sedemên serdanê de agahdar kirine da ku şaş neyê fêmkirin.

Li gorî hin çavkaniyan di hevdîtinan de mijara bendera Beyrûtê gotûbêj kirine, serokkomarê Tirkiyê jî gotiye ku ew dixwazin alîkariya ji nûve avakirinê bikin. Her wiha nivîsgha El-Herîrî jî ragihand ku wî bi serokê Tirkiyê re, çawaniya rawestandina hilweşîna aborî û ji nû ve avakirinê gotûbêj kiriye.”