Li Fînlandiyayê çalakiya piştevaniya bi grevên birçîbûnê re

Li Helsînkiyê, bi armanca piştevaniya bi girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bipêkirinên li girtîgehan ketine grevê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.

Li Fînlandiyayê çalakiya piştevaniya bi grevên birçîbûnê re
15 ÇILE, 2021   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê bi armanca piştevaniya bi berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ya dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger hate destpêkirin.

Greva birçîbûnê ya ku 8’ê Çileyê bi koma 5 kesî dest pê kirî, îro bi komek 7 kesî hate dewrgirtin. Greva birçîbûnê wê 3 rojan dom bike û wê roja Yekşemê bi dawî bibe.