‘Zêw’ kevneşopeke civakî ya kevnar e ji bo barîna baranê

Ji ber derengmayîna baranê, îsal şêniyên gelek gundên herêma Alya ya girêdayî Girkê Legê ji bo xwestina baranê û xêrê kenvneşopên civakî yên kevnar vedijînin.

‘Zêw’ kevneşopeke civakî ya kevnar e ji bo barîna baranê
13 ÇILE, 2021   09:51
 QAMIŞLO- KELSÛMA ELÎ

Civaka Kurd xwedî gelek kevneşopên kevnar e ku dîroka hinekan vedigere bi hezaran salan. Piraniya wan kevneşopan girêdayî jiyanê, demsal û hewayê ne.

Yek ji kevneşopên ku di demên dawîn de careke din derketine, kevneşopeke kevnar a bi navê “Zêw” e, ev kevneşop di dema derengmayîna barîna baranê de tê lidarxistin.

Li gorî hin lêkolîneran Zêw kevneşopeke kevnar e ku dîroka wê vedigere beriya bi hezaran salan. Zêw wekî mîhrîcaneke salane ye dawiya demsala havînê û destpêka demsala payîzê wekî xwe amadekirina ji mewsima baran, xêr û çandiniyê re, tê lidarixstin û tê wateya minetdariya ji bo xwezayê li ser xêra ku dê di demsala zivistanê de bide. Ji lew re, her ku baran dereng dimîne, Zêw tê lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li gelek gundên Alya, Zêw tê lidarxistin, bi beşdariya hemû gundiyan xwarin tê çêkirin û her kes ji wê xwarinê dixwe. Her wiha sirûd û stranên taybet bi baranê tên gotin, ji wan strana “Bûka Baranê”, her wiha nimêj û dua tên kirin.

Yek ji rê û resmên Zêwê ew e ku xelk cilên xwe bi hev diguherin an cilên xwe berevajî li xwe dikin ku ew yek tê wateya xizantî û hewcedariya xelkê, heke baran nebare.

Duh şêniyên gundê Til Ceman ê girêdayî Girkê Legê ya kantona Qamişloyê berê xwe da girê gund da ku kevneşopa Zêw li dar bixin. Şênî xwarinê datînin ser gir, piştre zarok, piştî wan jî mezin kom dibin da ku xwarinê bixwin û stranên taybet bibêjin.

Hin rê û resmên îslamê jî di dema lidarxistina vê kevneşopê de pêk tên, şênî nimêja ‘istîsqa’ dikin da ku baran bibarê.

Şêniyeke gundê Til Ceman Heyat Şerîf ku ew jî beşdarî lidarxistina Zêwê bûbû, wiha got: “Da ku baran bibare, em îro Zêwê li dar dixin. Erdên me zuha bûne û berhemên çandiniyê dereng man. Heke baran dereng bibare, dê zirar bigihêje berhemên sewalan jî.”

Eyşe Hecî jî destnîşan kir ku hemû şêniyên gund mezin û biçûk li ser girê gund kom bûne da ku kevneşopa Zêw li dar bixin û got: “Me ev kevneşop ji bo barîna baranê ji pêşiyên xwe girtiye.”

Piraniya şêniyên herêma Cizîrê debara xwe bi çandiniyê dikin û piraniya erdên çandiniyê li gorî barana mewsimî tên çandin, ev tê wateya ku heke baran dereng an kêm bibare, dê bandoreke neyînî li çandiniyê û berhemên sewalan bike.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qeprJCNLyuE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>