Pêkhateyên Tirbespiyê: Çarenûsa me yek e, em ê yekitiya xwe bidomînin

Şêniyên Ereb, Kurd û Suryan teqez kirin ku jiyana hevbeş a di nav pêkhateyan de, misogeriya têkbirina dagirkeran e û gotin, pêwîste sîstema Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyê were pêkanîn.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Çarenûsa me yek e, em ê yekitiya xwe bidomînin
13 ÇILE, 2021   02:18
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re, di nav biratî û têkiliyên xurt de dijîn. Rêveberiya Xweser hîmên jiyana hevbeş xurtir kir. Tevî komployên ku ev şêwazê jiyanê hedef kir, lê bi pêkhateyan bi hevgirtina xwe komplo têk birin.

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê a kantona Qamişlo teqez kirin ku jiyana hevbeş wê planên dagirkeran têk bibe.

Şêniya bi navê Katrîn Xilêf a ji pêkhateya Ereb bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker a têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

Katrîn destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê ji bo avakirina welatekî demokratîk yek in.

Ji kurdên Êzidî Berzan Silo da zanîn ku rejîmên berê her tim hewl didan civakê lawaz bikin û ev tişt got: "Tecrubeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketin. Tevahî pêkhateyên herêmê beşdarî avakirina Rêveberiya Xweser bûn. Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê divê ev proje li seranserî Sûriyê were pêkanîn."

Şêniya bi navê Ibtîsam Silêman a ji pêkhateya Kurd got: "Yekbûna pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema têkçûna rêxistinên terorîst û parastina axa Sûriyê. Bi yekbûna pêkhateyan em ê planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Welatiyê bi navê Îsa Denho ji pêkhateta Suryan  bal kişand ser hevgirtina pêkhatiyên herêmê û got: "Tu kes nikare yekîtiya me têk bibe."

Her wiha diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ên bi armanca jihev veqetandina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê wê têk biçe û got: "Ji ber ku ji beriya sedên salan ve çarenûsa me ye û em ê yekitiya xwe bidomînin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0oSZdFASC-w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>