​​​​​​​Êzidî bi ayînên taybet Cejna Batizmî pîroz dikin

Êzidî bi gelek ayînan cejnên pîroz dikin, lê kesek tam wateya van ayîn û cejnan nizanin. Cejna Batizmî anku Batizmî ya Pîrê Alî yek ji cejnên xwedî ayînên taybet e ku 7 rojan didome.

​​​​​​​Êzidî bi ayînên taybet Cejna Batizmî pîroz dikin
13 ÇILE, 2021   01:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ayînên Cejna Batizmî ji yekşema yekemîn a sala nû li gorî salnameya rojhilatî (kurmancî) dest pê dikin. Li gorî ola êzidî, navê cejn tê wateya xêr, bereket û meyandinê. Di van 7 rojan de firîşte hatin afirandin. Her wiha tê wateya "Bê tişt meya". Her wiha tê wateya Bê tîz meya yanî bê hevîrtirş meya.

Ev her du têgeh tenê wateyekê didin ku "Bi fermana Xwedê û bê tişt erd cemidî û wisa bû."

Li gorî mîtolojiya Êzidî Xwedê di 7 rojan de 7 firşîte afirandiye. Di roja yekşemê de dest bi vê yekê kiriye û di vê rojê de serokê firîşteyan Tawûsî Melek afirandiye. Lew ra cejin wisa destpê dike û bi dawî dibe.

AYÎNÊN TAYBET ÊN CEJNÊ

Ayînên Cejna Batizmiyê ji roja yekşemê dest pê dikin. Ev roj bi roja “Cilşo” tê naskirin. Tê de tevahiya malbatên êzidî, cil û malên xwe dişon da ku mêvanan pêşwazî bikin.

Duşem û sêşemê bi navê “Nanê miriyan” tê naskirin. Di van rojan de li ser rihê miriyan ên şêx an jî pîr nanek ku bi hevîrtirşeke taybet û li malê hatiye çêkirin, li malên êzidiyan tê belavkirin. Li rex wê jî fêkî û şêranî li malên cîranan tevî ku ne êzidî bin jî tê belavkirin.

Roja çarşemê “Pez Guran” anku serjêkirina qurbanan. Di vê rojê de êzidî 7 parçeyan ji bedenê qurbanê ku bi navê “Parçe Pîrê Alî” tên naskirin dibin û ji bo bîranîna “Pîrê Alî” bipêjin. Beşên mayî yên qurbanê li kesên xizan tên belavkirin.

Sibeha çarşemê jin cureyek taybet ji nan bi navê “Sewik” amade dikin. Ev nan ji ard, av, rûn  û hevîrtirşek taybet ku şêx an jî pîr pêşkêş kiriye, tê çêdikin. Mûm anku  “Çira” ji cawên spî ku bi beza qurban şilbûye tê çêkirin. Ev mûm heta roja din dimîne da ku bi kar bînin.

Êzidî mûman wek bingeha cejnê dibînin. Ew ji kevintirîn ayîn ne û li ser kesên din ên ne êzidî hatiye veşartin.

Pêncşem jî bi navê “Roja gerê” tê naskirin. Di vê rojê de êzidî serdana xizm û dostên xwe dikin û cejnê li hev pîroz dikin. Endamên her malbatekê dema roj diçe ava li dora Çira ku di odeyeke tarî de hatiye vêxistin, kom dibin û dua dikin.

Li gorî mîtolojiya êzidî, di Batizmî de hêvî û dua pêk tên. Li rex mûmên vêxistî 7 parçeyên ku ji qurban hatine qutkirin, 7 nanê Sewik, mewîj, mehîr ê ku ji genim hatiye çêkirin, "Qewlikê Bereta" ku ji Lalaşê li Başûrê Kurdistanê anîne, datînin.

Mûm roja pêncşemê beriya ku roj hile tê vêxistin. Di rojên în, şemî û yekşemê de jî di berbanga sibehê de çira tên vêxistin.

Şeva pêncşemê bi navê “Şev ronik” tê naskirin, ew taybet a ciwanan e. Ciwan di vê rojê de li malan kom dibin û bi xwe re parçeyên qurbanê, hinek nanê Sewik tînin û heta sibeha roja din dua dikin.

Rojên în û şemê rojên vehesîn û serdanê ne. Piştî westanê di rojên amadekariyên cejnê de û serdana xizman û pêşwazîkirina mîvanan, êzidî di van rojan de vedihesin. Her wiha di her du van rojan de çira tê vêxistin.

Yekşemê roja dawîn a cejna Batizmî ye û destpêka sersala nû ya êzidiyan e. Di vê rojê de serî qurbanê tê pêjendin û çira dawîn tê vêsitin. Di vê rojê de ayîn bi dawî dibin.

TAYBETMENDIYA CEJNÊ VEDIGERIN TÊKILIYA BI XWEZAYÊ RE

Serokê Beşa Ola Êzidî ya Zanîngeha Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava Nesîm Şemo dibêje ku taybetmendiyên vê cejnê vedigerin têkiliya bi xwezayê re, bi taybet agir, rok, 7 firîşte, şev û roj. Ayînên wê taybet û zehmet in. Bi awayekî birêxistinî û pîroz hatine rêzkirin. Di 7 rojan de ji yekşemê heta yekşema din tê pîrozkirin û her rojek xwedî taybetmendiyekî ye.

Şemo wiha domand: “Batizmî cejnek taybet bi êzidiyan e. Nabe kesek din ji bilî êzidiyan ayînên wê nas bike. Koka wê vedigere bi hezaran salan. Lê dema wê nayê zanîn. Li gorî salnameya kurmancî divê rojên cejnê di sala kevin û nû de were pîrozkirin, naku ne li gorî salnameya miladî be, ji ber ku salnameya miladî de 14'ê Çileyê ye, lê li gorî ya kurmancî dikeve 1'ê Kanûnê, yanî di navbera her du salnameyan de 14 roj hene."

JI BO KU RONAHÎ BI RONAHIYÊ VE GIRÊDAYÎ BIMÎNE ÇIRA BERIYA ROJ BIÇE AVA TÊ VÊXISTIN

Derbarê ayînên vêxistina Çira de, Nesîm Şemo diyar kir ku pêncşemê êvarê Çira tê vêxistin. Destpêkê mûma herî mezin wek nîşaneyek ji xwediyê malê (yanî Xwedê) re û beriya roj biçe ava da ku ronahî bi ronahiyê ve were girêdan, tê vêxistin. Lewra divê Çira mezin were vêxistin ji ber ku nîşan dide ku Xwedê beriya her tiştî hebû û ew heta hetayê zindî ye. Mezinê malê çi mêr an jin vê mûmê vêdixin.

(şx)

ANHA