Balafirên nenas li Bokemalê nuqteyên hêzên alîgirên Îranê bombebaran kirin

SOHR`ê ragihand ku îro balafirên nenas 4 êrişên asîmanî li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li çolistana Bokemalê pêk anîn.

Balafirên nenas li Bokemalê nuqteyên hêzên alîgirên Îranê bombebaran kirin
12 ÇILE, 2021   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên nenas li herêma Bokemal a rojhilatê Dêrazorê 4 êrişên asîmanî pêk anîn û ji ber êrişan teqînên mezin rû da. SOHR`ê diyar kir ku di êrişan de nuqte û baregehên komên alîgirên Îranê li çolistana Bokemalê, hatine hedefgirtin.

SOHR`ê duh (duşemê) ragihandibû ku hemwextî tevgera balafirên bêpîlot ên nenas li ser başûrê bajarê Bokemalê, 8 teqînên bihêz li herêmê pêk hatine. Heta niha agahiyên li ser windahiyên canî nehatine bidestxistin.

 (cx)