Hinceta dîlgirtina Leyla Guven hate eşkerekirin

Têkildarî dîlgirtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven, hinceta biryara cezayê girtîgehê hate eşkerekirin.

Hinceta dîlgirtina Leyla Guven hate eşkerekirin
12 ÇILE, 2021   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 21'ê Kanûnê de hatibû girtin û bi tawana "endametiya rêxistinê" 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.

Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9'emîn a dewleta Tirk hinceta ceza eşkere kir. Li gorî biryarê, daxwaza parêzerên Leyla Guven a ji bo dema parastinê hate redkirin.

Di hinceta biryarê de hate îdiakirin ku KCD ji aliyê PKK'ê ve hatiye avakirin û di kongreya awarte ya 27'ê Kanûna 2015'an de "xwedî li xwerêveberiyê derketiye." Dadgeriya Tirk bi vê hincetê, karê KCD'ê wek "karê rêxistina terorê" qebûl kir.

Dadgehê çalakî û daxuyaniyên KCD'ê wek "karê rêxistina terorê" dît û 23 çalakî û daxuyaniyên ku Leyla Guven tev lê bûbû, di çarçoveya vê pênaseyê de nirxandin.

REXNEKIRINA ÊRIŞÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KIRIN SÛC!

Rexneyên Leyla Guven ên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava wek hincetên cezakirinê hatin nîşandan.

Her wiha rexneyên li pergala serdestiya mêran jî ji aliyê dadgehê ve wek sûc hate nirxandin. Dadgehê têkildarî axaftina Leyla Guven a der barê pergala hevjiyana azad de jî got "Gotina, 'koka mirovan ji dayikê tê’, xwedî naverokeke înkarê ye û dibe sedema nefretê."