​​​​​​​Desteya Çandê, Komîna Fîlman a Efrînê xelat kir

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê, Komîna Fîlman a Efrînê li ser rola wê di pêşxistina sînemayê de, xelat kir.

​​​​​​​Desteya Çandê, Komîna Fîlman a Efrînê xelat kir
​​​​​​​Desteya Çandê, Komîna Fîlman a Efrînê xelat kir
​​​​​​​Desteya Çandê, Komîna Fîlman a Efrînê xelat kir
​​​​​​​Desteya Çandê, Komîna Fîlman a Efrînê xelat kir
12 ÇILE, 2021   14:17
 REQA

Hejmareke rewşenbîrên Reqayê, nûnerên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Efrînê, endamên hatine xelatkirin û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Sûriya Demokratîk, beşdarî şahiya xelatkirinê bûn.

Di şahiyê de, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Desteya Serokatiyê Hemdan El-Ebid axivî û bal kişand ser rola derhêneran di çêkirina fîlman de ku azarên şêniyên Efrînê û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî wan, nexasim koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen, raber dikin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, belgefîlmek li ser Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê û 3 fîlmên derhênerên ku hatine xelatkirin (fîlmê ‘Çavên Rêwî’ yê derhêner Mesûd Kirad, fîlmê ‘Ber bi Ro’ yê derhêner Zîlan Silêman û fîlmê ‘Karwan’ ê derhêner Miheyldîn Erselan) hatin pêşandan.

Piştre, Komîna Fîlman a Efrînê û hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Efrînê Ebdulstar Şekwî ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fbPisxS0Ljg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>