‘Çawa ku piştgiriya Kobanê kirın, em ê jî piştgiriya Bakurê Kurdistanê bikin'

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed got dewleta Tirk a ku piştevaniya DAIŞ’ê dike, azadî û dengê demokrasiyê bi rêya hemleyên girtina siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, diçewisîne û piştrast kir ku ew ê piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê bikin, çawa ku wan jî piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye.

 ‘Çawa ku piştgiriya Kobanê kirın, em ê jî piştgiriya Bakurê Kurdistanê bikin'
12 ÇILE, 2021   07:36
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed bal kişand ser hemleyên girtinê yên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku beşdarî xwepêşandanên piştgiriya berxwedana Kobanê ya 2014’ana li dijî êrişên DAIŞ’ê bûbû.

Leyla Ehmed wiha got: "Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrişî Kobanê kir, vî bajarî êrişên DAIŞ’ê bi saya berxwedana şêniyên xwe, têk birin. Di wê demê de li seranserê cîhanê serhildan çêbûn û çalakiyên piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê li dar ketin."

Leyla Ehmed destnîşan kir ku di demekê de ku dewleta Tirk piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dikir, piranî gelên Kurd û Tirk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo pişevaniya berxwedana Kobanê daketibûn qadan.

Leyla Ehmed wiha domand: "Tenê li Tirkiyê, kesên piştevaniya berxwedana Kobanê kirine, bi tawanan tên girtin û cezakirin, mîna Selahettin Demirtaş, Leyla Guven û piranî ji siyasetmedarên Kurd."

Leyla Ehmed wiha pirs kir: "Em dizanin ku nîvê gelê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê daketibûn qadan. Gelo dê dewleta Tirk lîsteyên din ên girtinê derxe? Û dê nîvê gel bigire û bixe girtîgehan? Ev yek mixabînî ye, ji ber li Tirkiyê kesek nikare rola xwe bilîze û xwesteka demokrasiyê bike."

Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê lîsteyek li dijî kesên beşdarî xwepêşandanên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ya 2014’an de bûne, amade kir. Bi wê re dadgeha dewleta Tirk di 8’ê vê Çileyê de lîst erê kir.

Leyla Ehmed diyar kir ku bi armanca lawazkirina rihê berxwedana gel û tirsandina wê, dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd digire û dixe girtîgehan. Leyla Ehmed wiha gotina xwe berdewam kir: "Lê belê dewleta Tirk nizane ku gelê Kurd, ne gelê ku ji girtîgeh an jî mirinê bitirse, ye. Lê berovajî wê asta têkoşîn û berxwedanê bilind dibe. Ji ber ew bawer in ku kesên li ber xwe didin dê mafên xwe li hember faşîstan bistînin û têk naçin."

Leyla Ehmed got dewleta Tirk berovajî dewletên cîhanê ye ku li gel wan tu pirsgirêka derketina welatiyan ji bo piştevaniya berxwedanê Kobanê tune bû û wiha axivî: "Ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya DAIŞ’ê dike, azadî û demokrasiyê diçewisîne, ji lew re dixwaze dengê demokrasiyê li welat qut bike. Da ku tu kes li hember faşîsta Tirk nesekine. Li aliyekî din jî dewleta Tirk hebûna xwe di qirkirina gelê Kurd de dibîne."

Di dirêjahiya axaftinê de, Leyla Ehmed ev nirxand kir: "Dê şêniyên Kobanê lidarxistina çalakî û piştevaniya berxwedana girtîgehan li dijî dewleta Tirk a faşîst berdewam bikin. Li aliyekî din jî Mîna ku çawa gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê piştevaniya berxwedana Kobanê kiriye, em ê jî piştgiriya berxwedana wan bikin."

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed di dawiya axaftina xwe de siyaseta dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya navneteweyî ya li hember vê siyasetî şermezar kir û bang li dewletên cîhanê yên ku idîaya demokrasiyê dikin, kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe yên li dijî siyasetmedarên Kurd rawestîne.

(fr)

ANHA