'Rûsya şirîk e, ne garantor e'

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê şaxê Reqayê Xelîl Xemîs  têkildarî bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê got, Rûsya ne garantorê agirbestê ye, lê şirîkê dewleta Tirk e. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef da ku wan bide koçberkirin.

'Rûsya şirîk e, ne garantor e'
12 ÇILE, 2021   01:16
REQA-XALID CUMA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin, lê Rûsya ya garantor û civaka navneteweyî bê deng in.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Reqayê Xelîl Xemîs da zanîn ku tevî ku baregehên hêzên Rûsya li navçeya Eyn Îsayê hene, lê êrişên li ser navçeyê rojane didomin û got: "Dagirker rasterast sivîlan dike armanc. Mînaka herî nêzîk beriya du rojan di encama topbaranê de zarokekî ji Eyn Îsayê şehîd bûbû."

Xemîs ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Rûsya ku li herêmê garantor e, tu helwest der barê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê de neda û vê yekê hişt ku hîn zêdetir artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî Eyn Îsayê bikin, şêniyên wê koçber bikin û rewşa wan bikin wekî rewşa Efrîn, Girê  Spî û Serêkaniyê."

Xemîs diyar kir ku Rûsya dikare zextê li Tirkiyê bike û êrişan bisekinîne, lê heta niha destwerdan nekiriye. Rûsya dixwaze zextê li Rêveberiya Xweser û QSD`ê bike da ku tawîzan bide hikumeta Şamê.

Xemîs Xelîl  îşaret pê kir  ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan red dikin û qebûl nakin ku ev herêm radestî Rûsya yan Tirkiyê yan jî hikumeta Şamê werin kirin.

Xemîs di berdewama axaftinên xwe de got: "Dewleta Tirk hewl dide ku beriya Jeo Biden serokatiya DYA'yê bigire, navçeya Eyn Îsayê dagir bike, ji ber ku siysaeta rêveberiya nû ya DYA'yê ne li gorî planên Tirkiyê yên di herêmê de ye."

ꞌRÛSYA HEVKAR E NE GARANTOR Eꞌ

Xemîs destnîşan kir  ku bêdengiya Rûsya ya der barê êrişên li dijî Eyn Îsayê de îşaret pê dike ku ew li herêmê ne dewleteke garantor e, lê hevkarê êrişan e, dixwaze yan dewleta Tirk an jî hikumeta Sûriyê navçeyê dagir bike û wiha pê de çû: "Cihê mixabiniyê ye ku Rûsya rola xwe ya rasteqîn ku soza wê daye, bi cih nayne."

Xemîs anî ziman ku QSD`ê li gorî peymana agirbestê ya ku bi Rûsya ya garantor re îmze kiriye, tev digire, lê dewleta Tirk peymana agirbestê  bin pê dike û êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê girantir kirine.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê şaxê Reqayê Xelîl Xemîs  di dawiya gotina xwe de berxwedana QSD`ê ya li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Eyn Îsa û Til Temirê silav kir,  bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û êrişên barber ên li dijî ewlehî û azadiya gelên herêmê bisekinîne.

(eh)

ANHA