Biryarên hikumeta Şamê barê şêniyan girantir dikin

Li şûna ku biryaran ji bo berjeweniya gelê Sûriyê bigire û jiyaneke birûmet peyda bike, hikumeta Şamê dem dem biryaran dide û barê welatiyan girantir dike û hegemonya û serweriya hêzên alîgirên xwe li ser aboriya Sûriyê zêde dike.

Biryarên hikumeta Şamê barê şêniyan girantir dikin
12 ÇILE, 2021   05:41
ŞAM-NESRÎN

Biryara Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezaxêneran a Sûriyê ya têkildarî diyarkirina nirxê çîmantoyê, bû sedem ku nirxê avahiyan zêde bibe û êdî nikarin bi hêsanî avahiya bikirin an jî kirê bikin.

Hikumeta Şamê di Kanûna sala borî de, biryarek da û li gorî wê nirxê çîmantoyê bi rêjeya ji sedî 80 bihatir kir.

Tonek çîmanto li kargeh û şirketên girêdayî Saziya Giştî ya Çîmantoyê û Madeyên Avakirinê beriya biryarê 70 hezar lîreyên Sûriyê bû, lê piştî biryara nû bû 125 hezar lîreyên Sûriyê.

Li gorî wezaretê biryar li gorî "Şêwiriya komîteya aborî "û pêşniyara Wezareta Pîşeyî ya di dîroka 16'ê Kanûna 2020`an hate girtin.

Tebaxê par nirxê tona çîmanto dîsa bilind bû, ji 64 hezarî derket 70 hezar lîreyên Sûriyê.

NERAZÎBÛNA GEL

Ruxmî ku Saziya Giştî ya Çîmantoyê gotibû ku tevî bihabûna çîmantoyê  tevgera avahîsazî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de dê geş bibe û Sandîqaya Belênderan jî gotibû ku bilindbûna nirxê çîmantoyê wê zêdetirî bi rêjeya ji sedî 2 bandor li nirxê avahiyan neke jî, lê gelek şênî ji vê gavê nerazî ne. Tevî wê jî li ber paşdeçûna nirxê lîreyên Sûriyê li bermaberî diravên din, êdî nepêkane ku welatî malên nû bikirin. Ji xwe nirxê lîreyê Sûriyê li bermaberî dolarê gihaşt derdora 2 hezar û 900 lîreyên Sûriyê.

Rêjeya navîn a nirxê xaniyekê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de digihêje derdora 50 milyon lîreyên Sûriyê. Rêjeya navîn a mûçeyên karmendan çi di warê giştî yan jî taybet de di her mehekê de digihêje tenê 50 hezar lîreyên Sûriyê.

Li gorî van daneyan yanî heke welatiyek bixwaze avahiyekê bikire divê heta 80 salî kar bike.

Derbarê mijarê de şêniyek ku nexwest navê xwe eşkere bike L.M. got ku ew xwediyê malekê ye ku rûbera 112 m2  e, lê hîna temam nebûye.

L.M. destnîşan kir ku pêwîstiya wî bi 15 milyon lîreyên Sûriyê heye heta ku karibe mala xwe temam bike, ji ber wê mala xwe daye firotinê.

T.S. bijîşke di nexweşxaneyeke girêdayê hikumetê de ye û mûçeyê xwe ji hikumetê digire, zêdetirî 20 salên xwe di lêkolîn û xwendinê de borandiye, dibêje ku heke bixwaze avahiyekî li paytexta Şamê bi mûçeyên xwe yê niha bikire, pêwîstiya wê bi `Salek ronahiyê` heye.

Şêniyê bi navê H.F. pirsî ku çawa mudirê şaxê Saziya Avahîsaziyê ya Tertusê Ehmed El-Seyid bi 20 milyar lîreyên Sûriyê derket derveyî welêt? û diyar kir ku pirsgirêk tenê bi serê çend karmendên feqîr teqiya û hatin girtin.

H.F. destnîşan kir ku di van rewşan de, xeyalê her welatiyekî ye ku xwe di bin banekî de biparêze.

Mudirê Saziya Avahîsaziyê şaxê Tertusê Ehmed El-Seyid ji ber ku bê belge avahî firotin bazirganan ji kar hate derxistin. Lê di 10`ê Kanûna 2020`an de bi awayekî eşkere ji welat derket.

PISPOREKÎ AVAHÎSAZIYÊ: LI GELÊ GENEDELIYA ÎDARÎ ÇÎMANTO DI SÛKA REŞ DE HEYE

Pisporekî avahîsaziyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku çîmanto tenê di sûka reş de bi duqatî nirxê diyar e.

Her wiha bal kişand ser sedemên vê aloziyê û got ku ji ber gendeliya di nava saziyên hikumetê de û ji ber ku hilberîna hikumetê têrê nake, çîmanto li sûka reş tê frotin.

Pirsporê ku nexwest navê xwe eşkere bike îşaretpê kir ku biryara bilindkirina nirxê tona çîmanto heta 125 hezar lîreyên Sûriyê û peydabûna wê bi nirxên duqatî li sûka reş, tê wateya ku lêçûna her avahiyekê bilind bibe û bigihêje zêdetirî rêjeya ji sedî 50.

Pirspor da zanîn ku lêçûna her metrek dam digihêje 200 hezar lîreyên Sûriyê. Ev yek jî bandor li avahiyan kir çi yên ji bo rûniştinê yan jî ji bo bazirganiyê (ticarî) û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Tenê çend kesên ku li derveyî Sûriyê ne di vê sûkê de kar dikin.”

HEGEMONYA HÊZÊN MUDEXELKER

Ev biryar, Komîteya Aborî ya ku di Tîrmeha 2017`an de li gorî biryara serokatiya Meclisa Wezîran ava bû, derxist pêş. Ev komîte girêdayî meclisê ye. Wezîrê aborî û bazirganiya derve serokê komîteyê ye û ji wezîrên çandinî û reforma çandiniyê, geşepêdana îdarî, kar û barên xebitandinê, pîşeyî, malî, bazirganiya hundirîn û parastina mezaxêneran, wezîrê dewletê yê kar û barên istismaran û projeyên stratejîk, serokê desteya plankirinê û hevkariya navneteweyî, serokê rêxistina gelêrî yan sandiqeya pîşeyî yan yekitiya têkildarî, nûnerê sekreteriya giştî ya serokatiya meclisê wek serkreter, pêk tê.

Komîteya ku biryara bilindkirina nirxê çîmantoyê derxist beriya niha biryara qedexekirina anîna hesin ji derve dabû û îdia kiribû ku ku ev biryar ji bo parastina pîşesaziya neteweyî li gel hebûna hilberînê li gorî pîvanînê cîhanî ye.

Lê lêkolînerekî aborî ku nexwest navê xwe eşkere bikin, diyar kir ku ev biryar derfet dide şirketên Rûsyayê da ku sûka Sûriyê bi giştî kontrol bikin. Her wiha piştrast kir ku şirketên Rûsyayê kargerên Sûriyê yên di warên cuda de li gorî hevpeymanên aborî bi hikumeta Şamê re istismar birine. Di nav de kargehên hesin û çîmanto.

Heman lêkolîner diyar kir ku hikumetê sala 2018`an di warê hesin de lihevkirinek bi Rûsyayê re îmze kiriye. Li gorî wê kargehên di warê helandina hesin de dê werin avakirin. Ev yek tê wateya ku êdî ev kargeh dikarin madeyan derbasî nava sûka Sûriyê bikin. Hikumetê di çend salên dawîn de bazirganiya hesin di çend bazirganên ku bi têkiliyên xwe yên derve û hundirîn tê naskirin de, sînordar kir.

Lêkolînerê aborî ku nexwest navê xwe eşkere bike, piştrast kir ku hikumetê ji qedexekirina anîna hesin ji derve, armanc dike sûka Sûriyê ji van madeyan vala bike. Da ku tenê şirketên Rûsyayê hesin bidin sûkê. Tê zanîn ku derbaskirina mîna van madeyan ji Sûriyê re ji ber ferzkirina cezayên qanûna Qayser, gelek dijwar e.

(şx)

ANHA