Aram Hena: Yekitiya gelên herêmê û piştgiriya QSD'ê dê planên Tirkiyê têk bibin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku vebijêrka wan berxwedan û parastina herêmê ye. Hena helwesta Rûsya ya li hember êrişên dewleta Tirk rexne kir û got: "Bêdengiya Rûsya, dewleta Tirk teşwîq dike ku êrişên xwe bidomîne."

Aram Hena: Yekitiya gelên herêmê û piştgiriya QSD'ê dê planên Tirkiyê têk bibin
12 ÇILE, 2021   03:48
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" hewldana dagirkirina herêm û gundên nû yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, li ser vê yekê êrişî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê dikin, da ku rêya M4`ê kontrol bikin.

Hêzên dagirker di demên dawîn de êrişên xwe yên li ser navçeya Til Temirê û gundewarên wê zêdetir kirine. Rûsya ya garantora agirbesta li herêmê ku baregehên wê jî têne topbarankirin, bê deng e.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrişan didin û rê nadin ku dagirker gav bi pêş de biavêjin.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena der barê girîngiya strastejîk a Eyn Îsayê, bêdengiya Rûsya, rola gelê herêmê û erkên dikeve ser mile wan de axivî.

Aram Hena diyar kir ku navçeya Eyn Îsayê cihekî stratejîk e, ji ber li ser rêya M4`ê ye û herêmên Cizîrê û Firatê bi hev ve girê dide û got: "Hêzên me li hemberî planên Tirkiyê bend in û parastina herêmê dikin, bi hemû hêza xwe bersiva êrişên li ser bajarê didin û bi berpirsyariya xwe ya parastina herêmê û gelên wê radibin."

ꞌÊRIŞÊN LI DIJÎ TIL TEMIRÊ BI ÊRIŞÊN LI DIJÎ EYN ÎSAYÊ VE GIRÊDAYÎ NEꞌ

Hena îşaret bi êrişên Tirkiyê yên li dijî Til Temir û Eyn Îsayê kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Sûcên ku li Til Temir û gundewarên rû didin bi êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê ve girêdayî ne. Ev êriş dide nîşandan ku planên Tirkiyê di herêmên me de hene û dewleta Tirk rêzê ji peymanên navneteweyî nagire."

Hena axivî ku helwesta Rûsya ya lawaz û neyênî dewleta Tirk teşwîq dike ku êrişên xwe li dijî herêmê bidomîne.

ꞌDIVÊ GELÊ HERMÊ LI BER XWE BIDIN Û ÇANDA XWE BELAV BIKIN DA MAFÊN ME BI DEST BIXINꞌ

Aram Hena bang li gelê herêmê, kesayetên navdar ên civaka sivîl, serokeşîr û oldaran kir ku çanda berxwedanê di nava civakê de belav bikin, gavên mezintir biavêjin, da ku yekitî û xebata wan di projeyeke yekbûyî ya ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike de, bidome.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em soz didin şehîdan û gelên xwe ku em ê berxwedan, parastina herêmê û destkeftiyên şehîdan bidomînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku rola xwe bi erênî pêk bîne, xebatên doplomatîk bimeşîne û aştiyê mîsoger bike. Li aliyekî din jî em ne qatil in, mafên me yên jiyaneke biazad û birûmet li ser axa me heye."

)dm(

ANHA