​​​​​​​Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin

Osman Şiban ê di 11'ê îlona 2020'an de li çoltera di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de li gel Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve ji helîkoptêrê hatibû avêtin, di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin.

​​​​​​​Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
12 ÇILE, 2021   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê de tê birêvebirin polîsan vê sibehê bi ser mala Şiban a li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê de girtin. Piştî serdegirtinê Şiban hat binçavkirin û ew bi ambulansê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê.

Hat zanîn ku ji bo kontrola tenduristiya Şiban were kirin li benda kombûna şandeya tenduristiyê ne. Osman Şiban li malê dihat tedawîkirin.

Tê payîn ku piştî kontrola tenduristiyê ya li Mêrsînê dê Şiban bibin Wanê.

Osman Şiban û Servet Tûrgût di 11’ê îloana 2020’an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û bi êşkenceyê re rû bi rû mabûn. Servet Tûrgût ê li Nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Şiban jî ji bo tedawiyê biribûn mala wî ya li Mêrsînê.