Li Dêrazorê sivîlek hate qetilkirin

Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas sivîlek qetil kir.

Li Dêrazorê sivîlek hate qetilkirin
11 ÇILE, 2021   14:14
DÊRAZOR

Li bajarokê Şihêl ê dikeve rojhilatê Dêrazorê kesên nenas li motorsîklêtekê siwar bûbûn, gule li ciwanê bi navê Mehmûd Mihemed El-Ayid reşandin. Êriş li ber nexweşxaneya Şihêl pêk hat.

Mehmûd El-Ayid ê ji gundê Ebû Herdûb di Meclisa Bajarokê Şihêl de hevserokê berê yê komînekê bû, di encama êrişê de hat qetilkirin.

Îro sibeha jî  kesên nenas bi ser mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat a Dêrazorê şêx Telyûş Elafî El-Şetat de girt û ew tevî kurê wî Mehmûd kuştin. Bûyer li gundê Hewaic Zêban ê rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

ANHA