​​​​​​​Şêniyên Şengalê di roja 41`emîn de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 41`emîn de didome. Welatiyên Şengalê bang li civaka Êzidî kirin ku xwedî li Êzidxanê derkevin.

​​​​​​​Şêniyên Şengalê di roja 41`emîn de çalakiya xwe didomînin
11 ÇILE, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 41`emîn de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Welatiyê bi navê Mehran Silêman ê ji bajarokê Başîqa ku tevlî çalakiyê bûye ji ajansa  Rojnewsê re axivî û wiha got: “Em hatine ji bo ku piştgiriya xwe ji Asayîşê re nîşan bidin. Helwesta Hikûmeta Iraqê ya li hemberî hêzên ku parastina Şengalê kirine û şehîd dane, nayê qebûlkirin. Pêwîste Hikûmeta Iraqê daxwazên gelê Şengalê qebûl bike. Bila hêzên ku dibin sedema aloziyê ji Şengalê vekişînin. Çima dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kirin hikûmet nehat? Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku peymana dijî Şengalê hatiye îmzekirin betal bikin.”

Herî dawî duh Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo kar û barên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi hemû aliyên siyasî yên Şengalê re civiya. Di civînê de nûnera Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew ê daxwazên Şengaliyan ragihîne hikumeta Iraqê.