​​​​​​​Topbarana dewleta Tirk û Îranê ziyaneke mezin gihand jîngeha Hewlêrê

Berdevkê Polîsên Parastina Şaristaniyê yên Hewlêrê ragihand ku ji ber bombebaran û topbarana artêşên dewleta Tirk û Îranê, ziyanek mezin gihaştiye jîngeha Hewlêrê.

​​​​​​​Topbarana dewleta Tirk û Îranê ziyaneke mezin gihand jîngeha Hewlêrê
10 ÇILE, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsên Parastina Şaristaniyê ya Hewlêrê Serkewt Kareş bi daxuyaniyekê daneyên bûyerên sala 2020’an eşkere kirin.

Li gorî daneyan, di sala 2020’an de li herêma Hewlêrê 33 welatî di nava avê de xeniqîne. Her wiha 22 kesan di bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest daye.

Bi giştî di sala 2020’an de 2 hezar û 779 bûyer çêbûne. Li gorî daneyan bûyerên di sala 2020’an de li gorî sala 2019’an zêdetir bûne.

Serkewt Kareş li ser ziyana topbaran û bombebarana dewleta Tirk û Îranê jî got: “Herêmên tên topbarankirin, ji nava Hewlêrê dûr in, lê li herêma Soran û Dihokê têne bihîstin. Ziyaneke mezin gihaştiye herêmên xwezayî, gelek şewat çêbûne û ziyaneke mezin a aborî jî çêbûye.”