Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya Rûsya rexne dikin

Li gorî şopdarên rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê "Hebûna Rûsya li herêmê şeklî ye û nebûye garantorê agirbestê." Gelek alî Rûsya tawanbar dikin ku li ser hesabê gelê Sûriyê bi dewleta Tirk re disekine.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya Rûsya rexne dikin
10 ÇILE, 2021   01:22
KOBANÊ- NÎHAD KERIO

Rûsya qaşo li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantorê agirbestê ye, hîna jî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ev zêdeyî du meh in giran bûne, bêdeng e.

Ji navîna Mijdara 2020'an ve, dewleta Tirk a dagirker û  çeteyên girêdayî wê rojane gundên Eyn Îsa, Til Temir û rêya M4 bi dijwarî topbaran dikin.

Çavdêrên ku rewşa li ser erdê dişopînin helwesta Rûsya ya bêdeng a li hemberî êrişên dewleta Tirk rexne dikin.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Silêman Keişîş diyar kir ku dewleta Tirk rojane li pêş çavên cîhanê û li pêş çavên nuqteyên Rûsyayê yên li herêmê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike û pirî caran jî sivîlan hedef digire û şehîd dixe. Lê Rûsya tu helwesteke cidî nîşan nade.

Keişîş destnîşan kir ku Rûsya dikare fişarê li dewleta Tirk bike ku êrişên li ser herêmê rawestîne. Lê belê vê yekê nake, da ku bi wê re fişarê li Rêveberiya Xweser û QSD’ê bike ku tawîzan bide hikumeta Şamê. Lê ev yek jî ne pêkan e.

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo wiha da zanîn: "Piştî êrişên dewleta Tirk li dijî Eyn Îsayê gur bûn û tevî ku baregehên Rûsyayê ya garantorê agirbestê jî hene, em têgihîştin ku Rûsya li rex dewleta Tirk disekine. Li gorî me jî heke Rûsya derbarê êrişên li ser herêmê de bê deng ma, ji dewleta Tirk ne cudatir e."

Nebo da zanîn ku Rûsya dixwaze ku hikumeta Şamê li herêmê serwer be û rewş  vegere mîna beriya 2011’an û wiha got: "Rûsya dixwaze berjewendiyên xwe li herêmê biparêze, bi taybet li xeta Deryaya Spî û girêbestan bi dewleta Tirk re temam bike. Heta niha me nedîtiye ku Rûsya ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê tu proje pêk anîne. Rûsya parçeyên ji xaka Sûriyê di encama bazariyan de radestî dewleta Tirk a dagirker kirin."

Nebo piştrast kir ku ew ji Rûsya ne bendewarê tiştekî mîna dayîna bernameya plana xebatê ya parastina ewlehî û aramiyê li herêmên ku ew lê hene ne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berdewama şerê li herêmê, dikeve berjewendiyên Rûsyayê, da ku bi hêsanî dest dayne ser xêr û bêrên Sûriyê. Li aliyekî din jî da ku dewleta Tirk bi rêya pêkanîna lihevkirinên çekan bike hevalbend."

(fr)

ANHA