​​​​​​​Şervanên li çeperên Eyn Îsayê: Morala me bilind e û berxwedana me berdewam e

Berxwedana QSD’ê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsayê bê navber berdewam dikin. Şervanên li eniya Eyn Îsayê destnîşan kirin ku morala wan bilind e û dê parastina gel û welatê xwe bidomînin.

​​​​​​​Şervanên li çeperên Eyn Îsayê: Morala me bilind e û berxwedana me berdewam e
​​​​​​​Şervanên li çeperên Eyn Îsayê: Morala me bilind e û berxwedana me berdewam e
​​​​​​​Şervanên li çeperên Eyn Îsayê: Morala me bilind e û berxwedana me berdewam e
9 ÇILE, 2021   08:35
REQA - ÎBRAHÎM SARÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê didomin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê ji bo parastina gelê herêmê û axa xwe, li dijî êrişên dagirkeran di çeperên berxwedana Eyn Îsayê de ragihandin ku di çarçoveya parastina rewa de dê berxwedanê bidomînin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Xalid Elî di derbarê berxwedanê de wiha axivî: “Niha em di eniya şer de amade ne. Morala me bilind e û berxwedana me berdewam dike. Em ji bo ku li dijî armanca dewleta Tirk a dagirker, ya ku dixwaze axa me dagir bike û gelê me koçber bike, bisekinin, em li vir amade ne. Hetanî niha helwest û bêdengiya hêzên Rûsyayê li hemberî van êrişan, tenê tiştekî dide diyarkirin ku ew bi dagirkeran re dixwazin vê axê dagir bikin û wekî hêz me bikin hedef.”

Xalid Elî wiha pê de çû: “Gelê herêmê û bi taybet serokên eşîran û rûspiyên herêmê piştgiriya xwe li dijî êrişan ji bo me nîşan dan. Em jî da ku li wan xwedî derkevin û ji bo parastina wan, em ê li vir bersiva êrişên dewleta Tirk bidin.”
Xalid Elî di dawiya axaftina xwe de got dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûdê werdigire.
‘EM PARASTINA GELÊ XWE Û WELATÊ XWE DIKIN’

Şervanekî din ê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Azraîl Reqa wiha got: “Em wek şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê cihê xwe di çeperên şer yên li derdora Eyn Îsayê de digirin. Dewleta Tirk a dagirker, di êrişan de welatiyên sivîl hedef digire. Em jî wek hêzeke parastinê, li hemberî van kiryaran cihê xwe li vir digirin. Ji bo parastina axa Bakur û Rojhilatê Suriyê, em her tim amade ne û çiqas hêza me hebe em êrişî kesî nakin lê belê em, parastina gelê xwe û welatê xwe dikin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rEc7S7KfbrA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>