Siyasetmedarekî sûrî: Dewleta Tirk DAIŞ`ê li herêmên hikumeta Şamê bi tevger dike

Siyasetmedarê sûrî yê serbixwe Îsam Ezûz got: “Dewleta Tirk li pişt tevgerên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên serweriya hikumeta Şamê ye ku dixwaze bi rêya rêxistina navnetewî ya Îxwan Mislimîn împeratoriya Osmanî vejîne.”

Siyasetmedarekî sûrî: Dewleta Tirk DAIŞ`ê li herêmên hikumeta Şamê bi tevger dike
8 ÇILE, 2021   01:19
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Di vê dawiyê de çeteyên DAIŞ`ê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de aktîv bûn û wesayitên veguhestina endamên hêzên hikumetê bi rêya kemînên li ser rêyan û bi taybetî li rêyên çolistan, kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 30`yê Kanûna 2020`an de, çeteyên DAIŞ`ê êrişî otobîseke leşkerên hikumetê li ser rêya Humis-Dêrazorê li çolistana Sûriyê (rojhilatê Sûriyê) kirin û di encamê de 40 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

SOHR`ê her wiha diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Çileya 2021`an de jî kemîn ji erebeyeke sivîlan re ku leşkerên hikumeta Şamê jî di nav de hebûn, li ser rêya Reqa-Selemiyê, danîn, di encamê de 12 endamên hêzên hikumetê, 3 sivîl ku yek ji wan zarokek bû, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriyê Mafên Mirovan a Sûriyê got, çeteyên DAIŞ`ê wesayîteke leşkerî desteser kir û hemû endamên tê de bêyî ku hejmara wan diyar bike, dîl girtin.

Siyasetmedarê serbixwe yê Sûriyê Îsam Ezûz ji ajansa me re mijar nixand û got: “DAIŞ rêxistineke terorîst a navneteweyî ye ku sînor derbas kirine. Berjewendiya kîjan dewletê di Sûriyê de hebe, dikare piştgiriyê bide DAIŞ`ê û ji çalakbûna wê sûdê bigire.”

Ezûz destnîşan kir ku çalakbûna vê dawiyê ya DAIŞ`ê  ya li herêmên serweriya hikumeta Şamê, ji bo gelek armancan e û yek jê “berdewamkirina rageşiya li herêmê ye”, her wiha piştrast kir ku aliyên sereke ku berjewendiyên wan di vê rageşiyê de hene “Îsraîl û dewleta Tirk”in.

Ezûz wiha nirxandina xwe domand: “Dewleta Tirk dixwaze ku herêmê tev li împeratoriya Osmanî ya nûjen bike, Îsraîl jî dibêje ku sînorên wê di navbera Nîl û Firatê de ne.”

NAMEYEKE TIRKÎ

Siyasetmedarê serbixwe yê Sûriyê diyar kir ku ji nû ve çalakbûna DAIŞ`ê û hedefkirina hêzên hikumeta Şamê di vê demê de “nameyeke tirkî” ji bo hikumeta Şamê ye û wiha domand: “Navaroka nameyê ew e ku ‘Ez dikarim we mijûl bikim û nehêlim hûn bisekinin û rêya herî girîng a petrolê û genim qut bikim’, ji lew ra me dît ku êrişa dawîn li ser rêya navneteweyî ya di navbera Humis û Reqayê li herêma Wadî El-Ezîb ê di navbera Eseriya û Selemiyê de, pêk hat.”

Ezûz her wiha da zanîn ku nameyeke tirkî ji bo hikumetê ye ku “Ger hikumet bifikire beşdarî şerê Eyn Îsayê bibe û ji bo vegerandina rewşa siyasî li wê herêma stratejîk wekî berê, hevkariyê bi QSD`ê re bike,Tirkiyê dikare wê mijûl bike.”

Îsam Ezûz wiha lê zêde kir: “Helbet, mijûlkirina dewleta Sûriyê bi şerên komên çete re li ser rêyên stratejîk û xetên veguhestina leşkeran, dê bandoreke neyînî li hêza leşkerên hikumetê di şerekî muhtemel bi hêzên Tirkiyê re bike.”

Siyasetmedarê Sûriyê da xuyakirin ku êrişên DAIŞ`ê her wiha hemwextî nûçeyên li ser îhtîmala pêkhatina êrişeke amerîkî li dijî Îranê û mijûlkirina hêzên hikumeta Sûriyê û qada Iraqê bi operasyonên DAIŞ`ê, pêk hat, da ku hevalbendiya hikumetê û Îranê asteng bike, ku dibe di çarçoveya wê hevkariyê de êrişeke moşekan a muhtemel li dijî Îsraîlê ya hevalbenda xurt a DYA`yê, pêk bînin.

Ezûz teqez kir ku di radeya yekem de, dewleta Tirk û di radeya duyem de Îsraîl li pişt DAIŞ`ê ne ku wan binesaziya rêxistinî ya DAIŞ`ê ji hev xistine.

 ‘TIRKIYE, PIRA DAIŞ`Ê YA YEKEMÎN BER BI SÛRIYÊ VE YE’

Siyasetmedarê serbixwe yê Sûriyê wiha dewam kir: “DAIŞ sînor derbas kirin, derfetên wê yên madî hene û ew piştgiriya lojîstîkî jî ji tirkan digire. Divê em ji bîr nekin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Tirkiye pira yekemîn a DAIŞ`ê ji bo derbasbûna xaka Sûriyê ye.”

Îsam Ezûz texmîn dike ku tevgerên dawîn ên DAIŞ`ê girêdayî şerên li Eyn Îsayê û çavnebariyên Tirkiyê yên stratejîk ne tenê li Sûriyê, lê li tevahî Rojhilata Navîn e.

Ezûz piştrast kir ku xewna vegerandina împeratoriya Osmanî hîna ji bo rêxistina navdewletî ya Îxwan Mislimîn û endamê wê rêxistinê Erdogan, armanceke girîng e û got: “Ji lew ra, çalakiyeke terorî ku bandorê li îstiqrarê bike, dê helbet bikeve xizmeta vê armancê.”

Siyasetmedarê serbixwe yê Sûriyê Îsam Ezûz di dawiya nirxandina xwe de teqez kir ku dewleta Tirk sûd ji piştgiriya Amerîkayê ya ji serdema Obama û niha di serdema Biden de ya ji Îslama siyasî re, girtiye û bi vê hevokê: “Tirkkirina Îslamê li herêmê û qebûlkirina wê” bi nav kir.

(cx)

ANHA