Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriya Komarê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
7 ÇILE, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi behaneya"nexşeya rê" ya ku Ocalan di sala 2009'an de weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, weke behane nîşan dabû û di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.