Siede El-Ferec..mîrasekî nû vejîn dike û pê warekî ji malbata xwe re çêdike

Koçbera bi navê Seide El-Ferec ku li kampeke li gundewarê başûrê Reqayê dimîne, bi rêya hûnandina darikên şênkahiya leven dîwarek ji malbata xwe ya koçber re çêkir da ku wê ji serma û seqema zivistanê biparêze.

Siede El-Ferec..mîrasekî nû vejîn dike û pê warekî ji malbata xwe re çêdike
7 ÇILE, 2021   09:38
REQA- XALID EL-CUMA

Tevna şênkahiya leven ango wekî di nava gelê Reqayê de tê nasîn “El-Zerib”, darikên şênkahiya leven in ku li qiraxa çemê Firatê şîn dibe. Koçbera bi navê Seide El-Ferec ew darik kom kirin û bi deziyên rengereng ew girê dan, da ku dîwarekî û konekî ava bike û malbata xwe ji serma û seqema zivistanê biparêze.

Pîşesaziya El-Zerib yek ji pîşesaziyên herî kevin di dîroka bajarê Reqayê ya nûjen de ye. Jinên gundewarê Reqayê bi karên destan tên nasîn. Xebatên bi vî rengî tenê li gundewaran û bi taybetî li gel xwedîkarên pez û Erebên koçer, sînordar ma. Ev pîşe jî yek ji pîşeyên folklorî yên kevnar e.

Seide El-Ferec ku li koçberî kampa El-Yewnanî ya gundewarê başûrê Reqayê bûye, wiha dibêje: “Konên ku me ji serma zivistanê biparêzin, tune ne. Tenê cilên qetiyayî yê ku hûn li ser van darikan dibînin hene. Rast e, ew nahêlin ku ba bikeve hundir, lê nikarin pêşiya ketina baranê bigirin.”

 ‘FOLKLORA ME, EM JI SERMAYÊ XILAS KIRIN’

/ar/uploads/files/2021/01/07/074353_reqa-kocber-28129.webp

Seide wiha axaftina xwe domand: “Dema ez biçûk bûm, dayika min ez fêrî vê karî kirim ku em wekî kevneşopekê ji xwe re dihesibînin. Ez jî mîrasa pêşiyên xwe vedigerînim. Min dîwarek çêkir ku min û malbata min biparêze. Lê hîna jî pêwîstiya me bi konekî heye ku me ji baranê biparêze.”

Seide diyar kir ku folklora wan ew ji sermayê û ji çavên xelkê parast û wiha got: “Berê pêşiyên me jî bi kar dianîn, pê dîwarek çêdikirin ku dijwariya ba kêm dikir û nedihêşt ku mêş bikevin hundir."

Dema mirov dikeve kampa El-Yewnanî ku beriya 3 salan hate avakirin, darikên El-Zerib ên li hemû konan ku bi deziyên reş, kesk û zer hatine çêkirin û rengekî xweşik didin konan, bal mirov dikişînin.

 ‘RÊBAZÊ ÇÊKRIINA EL-ZERIB’

/ar/uploads/files/2021/01/07/074335_sadh-alfrj.webp

Seide El-Ferec behsa rêbazê çêkirina El-Zerib kir û got: “Destpêkê darikên şênkahiya leven ji qiraxên çemê Firatê di havînê de tên jêkirin û li ber tavê tên zuhakirin. Piştre darik bi qasî hev tên qutkirin, ku divê metro nîvek an metroyekî derbas neke, ew jî li gorî dîzayinê ye.”

Seide wiha axaftina xwe domand: “Piştî ku darikên leven tên qutkirin, ew darekî bi dirêjahiya 2 metroyan an zêdetir datînin û divê ji erdê ve bi qasî 120 cm dûr be, 3 deziyên dirêj an zêdetir li ser dar tên danîn. Piştre darik bi rêya kevirên bi qasî kefa destê mirov, bi hev ve tên girêdan.”

Seide diyar kir ku pêwîstiya pîşeya El-Zerbi bi baldariyeek mezin heye, ji ber ku neqşên xweşik li ser tên xêzkirin da ku wekî tabloyan xuya bikin û li dîwarên mal û dikanan bên daliqandin.

Koçbera bi navê Seide El-Ferec destnîşan kir ku wê gelek keçikên li kampê fêrî vê pîşeyê kirine û got: “Wekî ku dayika min ez fêrî vê karî kirim, min jî keçikên kampê fêr kirin, da ku xwe bispêrin hêza xwe û mîrasê pêşiyên xwe biparêzin.”

Seide her wiha ji ber xerabûna rewşa jiyanî li kampê gazinc kirin û destnîşan kir ku piraniya koçberên li vê kampê dijîn konên wan tune ne û bi rêya wê karî debara xwe dikin.

Seide El-Ferec wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tevî ku pêwîstiya min bi pereyan heye jî, lê tevnên ku ez çêdikim ez nafiroşim. Lê belê ez ji koçberên li derdora xwe re jî çêdikim. Em hêvî dikin ku rewşa me li kampê baştir bibe û konan pêşkêşî me bikin. Me malên xwe li gundê El-Resafê hiştin û em ji ber topbaran rejimê reviyan herêmên bi ewle da ku bi aramî bijîn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ereban berê darikên El-Zerib ji bo veqetandina cihên jin û mêran li kampan bi kar dianîn û heta niha Erebên koçer bi kar tînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u-DxhsiLdAo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>