Li Reqayê ji ber teqîna mayînekê du kes birîndar bûn

Li bajarê Reqayê mayînek di erebeyekê de hatibû bicihkirin teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Reqayê ji ber teqîna mayînekê du kes birîndar bûn
Li Reqayê ji ber teqîna mayînekê du kes birîndar bûn
Li Reqayê ji ber teqîna mayînekê du kes birîndar bûn
4 ÇILE, 2021   18:00
REQA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand mayînek di erebeyekê de hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de du kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê: "Pisporên me yên endizyariya mayînan tavilî çûn cihê teqînê yê nêzî parka Spî, ji bo parastina şêniyan derdora cihê teqînê girtin û lêgerîn dan destpêkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu birîndar rakirin nexweşxaneyan û rewşa wan baş e.

ANHA