Artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên ber bi “herêmên bêçek” ve didomîne

Artêşa Tirk a dagirker 25 wesayîtên din ên leşkerî û lojîstîk derbasî xaka Sûriyê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên ber bi “herêmên bêçek” ve didomîne
4 ÇILE, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku di çend saetên dawîn de, karwanekî din ê artêşa Tirk a dagirker ku ji 25 wesayîtên leşkerî pêk tê, bi rêya deriyê sînor ê Kefer Lûsîn ê li bakurê Idlibê şandin nuqteyên xwe yên li çiyayê Zawiye yê li gundewarên başûrê Idlibê.

Bi vê sewqiyatê re, hejmara wesayîtên leşkerî yên dagirkeriya Tirk ku ji destpêka agirbesta 5`ê Adara borî ve derbasî Sûriyê bûne, gihaşt 7 hezar û 850 erebeyan û bi hezaran leşker.

 (şx)