Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze

Îbrahîm Umer Îbrahîm ji beriya 20 salan ve alavên kevn ên ku nîşaneya dîrok û çanda herêmê ne, li mala xwe ya biçûk kom bike.

Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
Di muzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze
3 ÇILE, 2021   06:05
QAMIŞLO -RÊNAS REMO

Hezkirina Îbrahîm Umer Îbrahîm ji danheva alavên kevnare re, hişt ku piraniya çaxên xwe bi lêgerîna li alavan derbas bike û wan li mala xwe ya biçûk kom bike.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Umer Îbrahîm (60) ê ji gundê Etebê  yê navçeya Tirbespiyê ji daneheva alavên kevnara hez dike, ji lew re piranî demên xwe bi lêgerîna li alavan derbas dike, paşê wan li mala xwe kom dike. Îbrahîm Umer Îbrahîm mala xwe kiriye muzeyeke biçûk  ku tê de kelepor, nasname û çanda kurdî diyar dibe.

Îbrahîm destpêkê wekî behre nêzî vê xwestekê bû, bi wê re alava şikandina tovan werdigire, ew jî destar e, piştre wek pîşeyekê ber bi wê behreyê ve diçe û dest bi komkirina tevahî alavên kevn dike û dîrok û bikaranîna wê lêkolîn dike.

Bidestxistina mîna van alavan ne karekî hêsan e, gelek dem û kedê dixwaze, lê Îbrahîm bi armanca parastina kelepora pêşiyên xwe van alavan li mala xwe kom dike û wan diparêze. Heta niha wî derdora 300 alavên kevnare kom kirine.

Îbrahîm ji beriya 20 salan ve piraniya demên xwe li hundirê depoya xwe ya çandiniyê û odeya xwe ya biçûk derbas dike û bi komkirina alavên kevn eleqedar dibe.

ARMANCA WÎ ZINDÎKIRINA KELEPORA KURDÎ YE

Îbrahîm bi daneheva van alavên kevnare re hewldana parastina kelepora kurdî dike, da ku nifşên bê, nasnameya xwe nas bikin, li gel vê yekê hezkirina wî ji vê behreyê re hişt ku her tim di nav heval, hogir û cîranên xwe li parçeyên kevnare bigire û muzeya mala xwe ya biçûk dewlementir bike.

Bi sedan alav li gel Îbrahîm Umer Îbrahîm hene ji wan"Halt, cerar, miştê çandiniyê yê dar, nîr, tûrik, bivir û hesan". Ev alavên kevnare ne û di serdemên berê de dihatin bikaranîn. Her wiha di muzeya wî de xencer, şûr û alavên birandina daran û sûdwergirtina ji qurman, hin alavên ronîkirinê, alavên germkirinê û alavên din ên ku di nava xwarinê de têne bikaranîn, cawên neqşkirî, qehfik û gelek pereyên kevnare hene.

Îbrahîm têkildarî behreya xwe got: "Civaka kurdî da ku  li ser xaka xwe bijî gelek alavên wiha afirandin, di jiyana xwe ya rojane de bi kar dianîn, ev alavên kevnare bûn sedema mayîna li ser xakê û rûbirûbûna bizor û zehmetiyên jiyanê re."

Îbrahîm Umer Îbrahîm di dawiya gotina xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya wî bikin, deverekê ji bo van alavan veqetînin, da ku wan alavan ji windabûnê biparêzin û nifşên bê, nasnameya xwe nas bikin.

(eh)

ANHA