Çeteyên DAIŞ’ê li Xaneqînê êriş kirin: Leşkerek mir 7 jî birîndar bûn

Li sînorê navçeya Xaneqîn ya ser bi parêzgeha Diyale ve, çeteyên DAIŞ’ê êrişî bendeke kontrolê ya leşkerên Iraqê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê li Xaneqînê êriş kirin: Leşkerek mir 7 jî birîndar bûn
2 ÇILE, 2021   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Pira Helwan a di navbera Xaneqîn û Gulale de, êrişê bendek kontrolê ya Lîwaya 20’an ya artêşa Iraqê kirin.

Di encama êrişê de leşkerek hate kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn, leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Giştî ya Gulale.