Şaredara herî ciwan li cîhanê ‘Arya Rajendran’

Ji bo serokatiya şaredariya bajarê Kerala yê eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, meclisa şaredariyê jina ciwan a bi navê Arya Rajendran hilbijart ku 21 salî ye û xwendekar e.

Şaredara herî ciwan li cîhanê ‘Arya Rajendran’
3 ÇILE, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Arya Rajendran ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa xwe 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.

Bajarê Kelara li Hindistanê rêjeya xwendinê lê bilind e û jiyana polîtîk lê çalak e. Kerala di heman demê de paytexta eyaleta Thîrûvananthapûramê ye.

Bavê wê karê elektrîkê dike, dayika wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite. Rajendra di heman demê de ji malbateke komunîst e.

Arya Rajendra got: "Bavê min pê serbilind e ku ji çîna karker e. Ez ji bo wî tev li tevgera karker, tevgera gundiyan û mirovên ji rêzê bûm."

(cx)