Sedir hişyarî li ser derbasbûna ji şerekî leşkerî re da

Serokê Teyar El-Sedrî li Iraqê Muqteda Sedir îro bi salvegera kuştina generalê îranî Qasim Suleymanî re, hişyarî li ser derbasbûna ji şerekî leşkerî re da.

Sedir hişyarî li ser derbasbûna ji şerekî leşkerî re da
2 ÇILE, 2021   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Sedir bi twittekê wiha got: "Hin alî û hin dewlet dixwazin me derbasî gurbûna leşkerî û ewlehî ya li Iraqê bikin. Ez dibêjin ku qedexe ye ji derveyî çarçoveya dewletê çek were bikaranîn û qedexe ye ku tu şandeyên dîplomatîk kî dibe bila bibe, werin armanckirin."

Sedir wiha domand: "Her kesê vê yekê bike, ferman û biryarên me bin pê dike, zirarê li xaka Iraq û gelê wê dike. Bi wê re hêzên şer û tarî sûdê digirin, da ku Iraqê bikişînin nava tevliheviyekê û bikin qada şer û nakokiyên herêmî û navdewletî."

Ev hemû nakokî û hewldanên gurkirina şerê leşkerî, bi nêzbûna salvegera yekemîn a kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî re pêk tê. Qasim Suleymanî di 4’ê Çileya par de bi derbeyeke amerîkî li nêzî balafirgeha Bexdayî hate kuştin

(fr)