Greva birçîbûnê ya girtiyan 37 roj in didome

Greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 37'an de ye.

Greva birçîbûnê ya girtiyan 37 roj in didome
2 ÇILE, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 27'ê Mijdarê dest pê kirî di roja 37'an de didome.

Parêzvanên mafan ên Çandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê gotin: ''Heke em naxwazin ji girtîgehan nûçeyên mirinê bibihîsin, divê helwesta civakî were geşkirin.''

Her wiha li Mexmûrê jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan greva birçîbûnê didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kete roja 16'an.

(cx)