‘Girtina Leyla Guven berdewama komploya navneteweyî ye’

Şêniyên Dêrikê girtina Leyla Guven ji aliyê desthilata Tirk ve û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî girtinê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev biryar berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

‘Girtina Leyla Guven berdewama komploya navneteweyî ye’
2 ÇILE, 2021   06:38
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Girtina Leyla Guven ji hêla desthilata Tirk ve, rastî nerazîbûnan tê. Şêniyan girtina Leyla Guven wek berdewama siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk bi nav kir.

Şêniyên ji Dêrikê destnîşan kirin ku girtina Leyla Guven, zîhniyeta dewleta Tirk a înkarkirin û îmhakirinê nîşan dide.

Şêniyê bi navê Salih Sadiq got: “Dewleta Tirk a faşîst ji siyasetmedarên Kurd, berxwedana wan û fikra wan a azad ditirse. Girtina Leyla Guven jî vê yekê îsbat dike. Armanc jî rêgirtina li pêşiya têkoşîna wan a siyasî û fikrî ye. Girtina Leyla Guven berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.”

Sadiq diyar kir ku Leyla Guven mînaka jinên azad û fedakar e ku li hemberî zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide, ji bo azadiya jinan têdikoşe, mafên jinan û nirxên mirovahiyê diparêze û wiha domanad: “Eger Leyla Guven parastina dîktatoran bikira, dewleta Tirk ew nedigirt.”

Sadiq bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Sadiq di dawiyê de got: “Divê gelê Kurd bi erkên xwe rabe û li hemberî dewleta Tirk li ber xwe bide. Divê jinên cîhanê û rewşenbîr zilma dewleta Tirk a dagirker a li dijî tevahiya mirovahiyê nas bikin.”

Şêniya bi navê Rexda Xelîl got dewleta Tirk bi rêya girtina jina têkoşer Leyla Guven hewl dide jinan, hebûn û azadiya wan tune bike.

Rexda di dawiyê de da xuyakirin ku dewleta Tirk armanc dike rê li pêşiya têkoşîna siyasî ya Leyla Guven qut bike, ji ber ku baş dizane serkeftina şoreşê di kesayeta jinên azad de dest pê dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MNP7itbhbEc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>