Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir

Kildaniyên li Dêrikê li Dêra St. George bi rêûresemên olî sala nû pîroz kir.

Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
Kildaniyên Dêrikê sala nû pîroz kir
1 ÇILE, 2021   18:02
QAMIŞLO

Kildaniyên li bajarê Dirêkê ya kantona Qamişloyê li Dêra St. George  sala nû pîroz kirin.

Ji aliyê keşeyê Dêra St. George ya Kildaniyan, Cemîl Seman Îşoi ve dûa û nimêj hate kirin û beşdaran jî sirûdên "Qedasa sala nû" gotin.

Her wiha Koma koro ya Dêra St. George jî gelek dûa pêşkêş kir.

Piştî ku rêûresm hatin bidawîkirin, peykerê cîhanê, alayek, ax, hejmarek pirtûkên dibistanan, mask û lepik hatin pêşkêşkirin, da ku xudan li nifşên pêşerojê pîroz bike, erdê biparêze û mirovan ji nexweşiyan biparêze.

ANHA