Parêzer: Divê dewleta Tirk Demirtaş serbest berde

Parêzeran diyar kir ku paşguhkirina dewleta Tirk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya serbestbedana Selahattîn Demirtaş piştrast dike ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û dixwaze muxalifan di girtîgehan de ragire.

Parêzer: Divê dewleta Tirk Demirtaş serbest berde
1 ÇILE, 2021   05:18
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Desthilata Tirkiyê bi hinceta hevkariya bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re di destpêka Cotmeha 2016`an de hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demirtaş, hevseroka berê ya partiyê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterên partiyê girtin.

Dadgeha Tirkiyê bê derizandin, cezayê 4 sal û 8 meh li Selahattîn Demirtaş birî. Demirtaş piştî girtinê, bi tawanên “terorê” û girtina 142 salan re rû bi rû maye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 22`yê Cotmeha îsal, girtina hevserokê HDP`ê ji hêla desthilatên Tirkiyê ve şermezar kir û banga serbestberdana yekser a wî kir. Her wiha dadgehê ferman li Tirkiyê kir ku tazmînata malî ku digihêje 60 hezar û 400 euro ji Demirtaş re pêşkêş bike. Dadgehê got dewleta Tirk bê sûc Demirtaş ji 4 salan ve girtiye. Dewleta Tirk ji vê girtinê armanc dike pirrengî û nîqaşa demokratîk a li welêt sînordar bike.

Têkildarî mijarê parêzerên li kantona Şehbayê ji ANHA`yê re axivîn û bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk muhesebe bikin.

Parêzer Rûşîn Mistefa got: “Girtina hevserokê HDP`ê Selahattîn Demirtaş, ji siyasetên dewleta Tirk e ku li ser bingeha nîjadperestiyê û neqebûlkirina aliyê din ava bûye.”

Rûşîn diyar kir ku desthilata Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê ji ragirtina Demirtaş armanc dike ku piştî derbeya binkeftî ya 2016`an, muxalifên xwe tune bike. Dewleta Tirk derbe bi kar anî da ku gelên azadîxwaz û yên ku banga mafên xwe dikin, bê deng bihêle.  

Rûşîn piştrast kir ku ragirtina Demirtaş di girtîgehê de li dijî qanûnên mafên mirovan e. Rûşîn behsa axaftina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got: “Em bi pêkanîna biryara DMME`yê ne pabend in. Selahattin Demirtaş wê girtî bimîne, tişta ku me di vê çarçoveyê de dest pê kiriye, em ê bidomînin.”

Rûşîn di dawiyê de da zanîn ku divê civaka navneteweyî baş bizane ku dewleta Tirk xwe li ser qanûna navneteweyî dibîne û tevahiya pîvan û peymanên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan û azadiya ramanê binpê dike.

Girêdayî heman mijarê hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa îşaret pê kir ku serhişkiya dewleta Tirk a têkildarî ragirtina Demirtaş û paşguhkirina biryara DMME’yê, îsbat dike ku li Tirkiyê edalet tune ye û dadgeh ne serbixwe ye. Lê belê bûye dadgeheke siyasî.

Mistefa wiha pê de çû: “Pêkanîna dewleta Tirk biryara DMME`yê ya ji bo serbestberdana yekser a Demirtaş, dê rê li pêşiya serbestberdana bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de veke. Ji ber wê desthilata Tirkiyê metirsîdar e.”

Parêzer Cibraîl Mistefa da xuyakirin ku bi girtina dewleta Tirk ji siyasetmedarên demokratîk re herî dawî girtina Leyla Guven endama parlamentoya Tirkiyê, asta dîktatoriya dewleta Tirk û bikaranîna AKP`ê dadgehê diyar dibe.

Mistefa bal kişand ser rewşa girtîgehên li Tirkiyê û got: “Girtîgehên li Tirkiyê tijî girtiyên siyasî ne. Ne tenê Kurd lê belê her siyasetmedareke demokratîk ku li rastiyê digere, rastiyê dibêje û li dijî dîktatoriya AKP`ê derdikeve, tê girtin. Gelê Tirk êdî baş dizane ku hikumeta Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê ji sloganên ku li qadên navneteweyî berz dikin, dûr e.”

Li gorî Mistefa di gelek daneyên navneteweyî yên nû de ku di 2020`an de derketine, tê piştrastkirin ku dewleta Tirk hevpeymanên girêdayî mafên mirovan, azadiya rojnamegeriyê û azadiya ramanê û ravekirinê binpê dike.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku biryara DMME’yê ya serbestberdana Selahattîn Demirtaş pêk bîne. Her wiha Tirkiyê ji ber binpêkirina hevpeyman û pîvanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û azadiya ramanê, muhasebe bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JrWtFHjjeWY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>