Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Dexîl ê ku dema li Dêrazorê li ser erka xwe bû, gihaşt asta şehadetê spart axê.

Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD'ê Dexîl li Şedadê hate veşartin
31 kanûn, 2020   19:54
HESEKÊ

Girseya gel cenazeya şehîd Ehmed Dexîl ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî mezin ber bi goristana Şehîdan a li Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û şervanên QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist.

Paş li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê, ji fermandaran Salih Zobee axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got:"Bila cîhan bi şahid be ku em bindestiyê qebûl nakin û ji bo azadiya xwe û ewlehiya herêmê me bi hezaran şehîd dane. Îro jî em bi şehîdên xwe serbilind in ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin û me ji zilmê rizgar kirin, jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê dan pêş."

Piştire Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm jî axivî û destnîşan kir ku şehîdan bi qehremaniya xwe efsane nivîsandin, komên çeteyan têk birin û xaka û gel rizgar kirin..

Niçûm soza şopandina rêya şehîdan da

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Recwa Hertûş nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Paşê cenazeyê şehîd bi diruşmeyên "Şehîd namirin" hate veşartin.

(eh)

ANHA