​​​​​​​Siruşt Helebçe: Dewleta Tirk, Leyla Guven ji bo desthilata xwe wek metirsî dibîne

Lêkolîner Sirûşt Helebçe got dewleta Tirk, Leyla Guven wek xetereyekê dibîne, ji ber wê siyasetên tund li dijî wê û li dijî tevahiya siyasetmedaran dimeşîne. Siruşt banga piştgiriya girtiyên siyasî û jinên girtî kir.

​​​​​​​Siruşt Helebçe: Dewleta Tirk, Leyla Guven ji bo desthilata xwe wek metirsî dibîne
1 ÇILE, 2021   02:12
NAVENDA NÛÇEYAN-SILAVA EBDULREHMAN

Leyla Guven ji bajarê Konya yê li Tirkiyê ye. Di 1964`an de ji dayik bûye, jiyana xwe di berxwedanê de domandiye û serî li hemberî fişarên desthilata Tirk a faşîst û sûcên wê netewandiye. Di nava tevgera siyasî ya Kurd de li Bakur û Tirkiyê gelek xebat meşandin. Ji ber xebat û helwestên xwe gelek caran hate girtin û herî dawî di 22`yê Kanûnê de.

Dewleta Tirk li ser biryara dadgehê ku 22 sal û 3 meh ceza li Leyla Guven birî, ew girt.

Piştî wê gelek rêxistinên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi daxuyaniyan, girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven şermezar kir û piştrast kirin ku Leyla nûnertiya vîna tevahiya jinan dike.

Der barê vê mijarê de parêzer, nivîskar û lêkolînera ji Başûrê Kurdistanê Siruşt Helebçe destnîşan kir ku Leyla Guven nimûneya jinên azad û têkoşer e û got: “Gelê Kurd, bi taybet jin li Tirkiyê di radeya yekemîn de li hemberî gendeliya desthilata Tirk li ber xwe didin. Jin li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên tund serî hildidin, lewra dewleta Tirk hebûna jinan di siyasetê de li ser hebûna xwe xetere dibîne.”

Siruşt bal kişand ser rêbazên dermirovî yên dewleta Tirk ên ku li dijî gelên xwe pêk tîne, nexasim jinên şoreşger û got: “Dewleta Tirk, Leyla Guven xetereyeke rastîn dibîne. Ji ber wê siyaseteke hovane û tund li dijî wê û li dijî tevahiya siyasetmedaran, hiqûqnasan û rojnamevanan dimeşîne.”

‘GIRTINA LEYLA GUVEN LI DIJÎ TEVAHIYA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE’

Siruşt diyar kir ku dewleta Tirk bi girtina Leyla Guven û hevalên wê, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike.

Siruşt piştrast kir ku dewleta Tikr bi tevahiya rêbazan ji kuştinê bigire heta bigihêje tirsandin û çewisandinê, dixwaze şoreşa gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibe. Ji ber ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe lê belê ji bo ku tevahiya çînên civakê tê dikoşe.

Siruşt da xuyakirin ku şoreşa gelê Kurd li Tirkiyê şoreşeke fikrî ye ku li ser bingeha guhertina siyaseta dewleta Tirk a faşîst û belavkirina rêgezên aştiyê di navbera kêmneteweyên li Tirkiyê de ava bûye. Li gorî Sirûşt heke ev şoreş bi ser bikeve dê pêlên guhertinê bigihêjin siyaseta dewleta Tirk a kapîtalîst.

Di dawiyê de Siruşt Helebçe got şoreşa Kurdan li Bakurê Kurdistanê a li dijî desthilata Tirkiyê, şoreşeke demokratîk e û roj bi roj hêzên wê dibin yek û wiha domand: “Dê rojek were, Kurd dê tevahiya axa Kurdistanê ji zilmê û çewisandinê rizgar bikin.”

(şx)

ANHA