Ji Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama sala nû

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû pîroz kir û hêvî kir ku bibe wesîleya aştî, ewlehî, bidawîbûna wêranbûn û parçebûna gelê Sûriyê.

Ji Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama sala nû
31 kanûn, 2020   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê nSûriyê bi boneya sala nû peyamek weşand.

Peyman wiha ye:

"Çend saetên din em sala 2020 oxir dikin û pêşwaziya sala nû dikin, bi hêvî ne ku sala nû bi xwe re mizgîniya aştî û ewlehiyê ji bo gelê Sûriyê re bîne. Gelê Sûriyê ev derdora 10 salin di nava karestekê de ye û heya niha tu nîşaneyên bidawîbûnê van karestan nexuyaye, lê belê bi destwerdanên herêmî, navndewletî û gef û êrişên Tirkiyê re aktorên kûrkirinê krîza zêdetir dibin.

Heya niha civaka navneteweyî nikarî sînorekî ji binpêkirinên rojane re yên li dijî tevahî pêkhateyên gelên Sûriyê têne kirin deyen.  Opozisyona girêdayî  dewleta Tirk rojane sûcên qetilkirin, revandin, koçberkirin, dizî û talankirin pêk tîn. Li aliyekî din jî rejîm hîn di siyasta xwe de bi israr e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê paşguh dike û dûr dixîne. Ev siyaset bi taybet li dijî jinan a ku ji destpêka tevgera aştiyane ya beriya 10 salan û hîna berdewam e, pêşengiya guhertinê dikin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bê tirs tê dikoşin, têne kirin.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû li gelê Sûriyê pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya pêkanîna aştî, ewlehiyê, dawî li wêranbûn û alozî û parçebûna gelê Sûriyê bîne, bibe serdema avakirina Sûriyeke nû ku hemû şêniyên wê bê paşguhkirin û dûrxistin, hembêz bike.

Şehîd namirin

Sala nû li hêzên me yên leheng, gelê Sûriyê û gelên cîhanê yên aştîxwaz pîroz be."

ANHA